Şervan Derwîş: Bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe zêde bike'

Dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de zêdeyî 211 top û moşek avêtin gundewarên bakur û rojavayê Minbicê. Li ser vê yekê Şervan Derwîş got, bêdengiya navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê da ku sûcên xwe zêde bike.

Şervan Derwîş: Bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe zêde bike'
11 îlon, 2021   00:49
MINBIC- DÎCLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê zêde kirin. Di van êrişan de roket, obus û hawanan li dijî sivîlan bi kar tîne.

Dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê El-Yaşlî û baregehên li gundewarên rojhilatê herêma Babê, êrişî gundên El-Kawkilî, El-Bûgaz, Qart Wêran, El- Yalinî, Girrhok, El-Masî, Um Adasê, Um Celûd, El-Dalîfar, El-Camûsiya, El-Dendaliya, Toxar, Erîma, El-Hoşeriye, mezreya Fewaris, Seyada, mezra Dilwan, mezreya Yasîn El-Ereb, kirin.

Ji ber êrişên bêserûber ziyanên madî gihandin milk û malên sivîlan, zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan, her wiha li gundê El-Masî jineke bi giranî birîndar bû û di lingê xwe de astengdar bû.

' 211 TOP AVÊTIN GUNDÊN SIVÎLAN '

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş destnîşan kir ku di hefteya borî de zêdetirî 211 top û moşek li gundan ketine.

' JI DEMA RIZGARKIRINA MINBICÊ VE TIRKIYÊ ÊRIŞ DIKE'

Derwîş destnîşan kir ku êriş ne nû ne, ji dema rizgarkirina Minbic ji terora DAIŞ'ê ve, gundên herêmê bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne, her wiha nuqteyên şervanên me jî tên hedefgirtin.

Derwîş daxuyand ku ji ber topbarana li malan, sivîl bi xeteriyê re rû bi rû dimînin, lew ra neçar dimînin ku ji gund derkevin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DEWLETA DIHÊLE KU TIRKIYÊ SÛCÊN XWE ZÊDE BIKE '

Derwîş bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk rexne kir û got: "Bêdengiya navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gel û hêzên me zêde bike û ji hemû pîvan û nirxan bin pê dike."

' PARASTINA AX Û GEL MAFEKÎ REWA YE '

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku parastina ax û gel ji êrişên dagirkeriyê ji bo wan mafekî rewa ye ku di hemû urf, bawerî û qanûnên navneteweyî hatiye destnîşankirn.

(dx)

ANHA