Rejîma Îranê careke din herêma Biradostê bomebaran kir

Vê êvarê rejîma Îranê careke din gundên herêma Biradostê topbaran û bombebaran kir, di encamê de şewat çêbû.

Rejîma Îranê careke din herêma Biradostê bomebaran kir
10 îlon, 2021   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê ku agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, vê êvarê di saet 19:10’an de rejîma Îranê gundê Berbezên, Bineperêz, Nawrûbaran û Ketîne ên ser bi Sîdekan a herêma Biradostê bombebaran û topbaran kir.

Li gorî heman çavkaniyan, bombebaran nêzî saetekê berdewam kir. Tê gotin ku ziyanên canî û madî tune ne. Lê li herêmên hatine bombebarankirin şewat derketiye.