ˊMe Peymana Lozanê qebûl nekir, em ê qebûl nekinˊ

Kurdistaniyên ku di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan peyama, “Me ev înkara 100 salî qebûl nekir, em ê qebûl nekin” da û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga mezinkirina têkoşîna hevpar dan.

ˊMe Peymana Lozanê qebûl nekir, em ê qebûl nekinˊ
27 tîrmeh 2024   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana Lozanê di salvegera 101’emîn de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin, bi meş û mitîngê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku bi pêşengiya YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PYD, ESU, PÎK, jî di nav de 36 pêkhateyên siyasî, li qada Pionnieres li hev civiyan, heta qada Chateau d’Ouchy ku nîqaşên Peymana Lozanê lê hat kirin, meşiyan. Li gel bi hezaran Kurdistaniyên ji gelek bajarên Swîsre, sazî û rêxistinên Swisreyî jî di nav de dostên gelê Kurd piştgirî dan çalakiyê.

ZUMRUT: ME QEBÛL NEKIR, EM Ê QEBÛL NEKIN

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt. Zumrtu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser trajediyên giran ên Peymana Lozanê li ser gelê Kurd daye çêkirin û îşaret pê kir ku gelê Kurd 100 sal in li çar parçeyên Kurdistanê li dijî qirkeran têdikoşe. Zubeyde Zumrut got ku di bingeha êrîşên dagirkeriyê yên deweleta Tirk ku îro li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne de Peymana Lozanê heye û wiha got: “Em baş dizanin ku berpirsyarê her komkujî û sûcên ku 100 sal in li Kurdistanê diqewimin, yên ku vê peymanê îmze kirine ne. Tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava jî weke bandora encamên vê peymanê dewam dikin. Em ê bi têkoşîna xwe re vê peymanê têk bibin. Me vê peymanê qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”

RIELLE: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWÎ BERPIRSYARÎ BIGIRE

Parlementera Parlementoya Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rîell jî axaftinek kir. Parlementer Rîell diyar kir ku encamên giran ên Peymana Lozanê ji bo gelek gelan û bi taybetî ji bo gelê Kurd heye û destnîşan kir ku dewleta Tirk îro li Qerebaxê, li Rojava, li Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî gelan şer dike. Rîelle diyar kir ku her kesê ku di bin Peymana Lozanê de îmzeya wan heye, berpirsyarê hemû trajediyên heyî ne û destnîşan kir ku civaka navneteweyî divê li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê.

 ‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Rîelle şert û mercên tecrîda giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Ev şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Divê ev şert û merc weke êşkenceyeke were qebûl kirin. Di demek nêz de 69 xelatgirên Nobelê danezanekî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan weşandin. Ew jî gotin ku çareserî bi aştî û diyalogê çêdibe. Civaka navneteweyî pêwîste di vê astê de berpirsyarî bigire.”

 ‘EM LI GEL TÊKOŞÎNA WE NE’

Piştî Rîelle, Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê Davît Payot, ji Tevgera Greva Jinê ya Swîsreyê Marîon Novet mafê axaftinê girt. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser karesatên ji ber Peymana Lozanê û anîn ziman ku ew ê li ba têkoşîna azadiyê bin.

FUAT OMER: DAWÎ LI VÊ ŞERMA SED SALÎ BÎNIN

Beriya meşê herî dawî li ser navê PYD’ê Fuat Omar axivî û wiha got: “Me Lozanê qebûl nekir, em ê qebûl nekin.” Fuat Omar destnîşan kir ku gelê Kurd sed sal in li dijî vê peymanê têdikoşin. Omar berspirsyariya hêzên navneteweyî ya di şerê li Kurdistanê û komkujiya li ser Kurdan de bi bîr xist û ev bang kir, “Dawî li vê şerma xwe ya sed salî bînin.”

Piştî axaftina Omar, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ber bi qada Ouchy ku avahiya nîqaşên Peymana Lozanê lê hatin kirin, lê ye meşiyan. Kurdistanî û dostên wan li pişt pankarta “Têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê mezin bikin” meşiyan û dirûşmeyên “Em Lozanê qebûl nakin”, “Dawî li şerma sed salî bînin”, “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Piştî meşê li qada Ouch mitîng hat lidarxistin. Li vir ewilî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê girt.

AYDAR: EMÊ SÎNORÊNM KU JI BO ME HATINE XÎZKIRIN JI HOLÊ RAKIN

Aydar di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku KCK ji bo çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û got: “Em sînorên ku ji bo me hatine xîzkirin, Peymana Lozanê qebûl nakin. Heta ku sînorên ji bo me hatine xîzkirin rakin, têkoşîna xwe bidomînin.”

Aydar bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û destnîşan kir ku divê li her derê xwedî li kampanyaya ji Rêber Apo re azadî bê derketin û hin zêdetir were mezinkirin. Zubeyîr Aydar êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û wiha axivî: “Şervanên me yên azadiyê berxwedaneke mezin didin. Gerîlayên me li wê derê tevahiya Kurdistanê diparêzin. Tevahiya Kurdistanê di bin metirsiyê de ye. Lewma divê em li kêleka şervanên xwe yên qehreman bibin ku vê berxwedanê didin û piştgirî bidin berxwedana wan.”

 ‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Nûnerên YNK û Tevgera Goran jî di nav de li ser navê gelek pêkhateyên siyasî axaftin hatin kirin. Axaftvanan diyar kirin ku ew ê tu car Peymana Lozanê qebûl nekin û bang li her kesî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hev re têbikoşin.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.