Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şehîd Vejîn Jiyan di salvegera şehadeta wê ya yekemîn de bi bîr anî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.

Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Vejîn Jiyan li Şehbayê hate bibîranîn
27 tîrmeh 2024   22:15
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna şehîd Vejîn Jiyan li hola Mîtan a li Ehdasê merasîmek li dar xist. 

Şehîf Vejîn 27`ê Tîrmeha 2023`yan di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje, me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi dawî bikin, êdî bi hezaran şehîdên azadiyê hene. Dijmin ji ciwanan ditirse ji ber wê her tim êriş wan dike."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Rîm Dad jî got: "Em şehîd Vejîn, Sara, Pêşeng bi bîr tînin ku di hemû qadan de li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan, xwe îsbat kirin."

Rîm wiha domand: "Jin her tim rû bi rûyî zehmetiyan û êrişan e lê belê li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê didomîne."

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Xalid Xalid jî diyar kir ku şehîd Vejîn bi dilsozî û hezkirin kar û xebat dikir û bi têkoşîna xwe bandor li bi sedan kesan kir. 

Xalid wiha axivî: "Ciwan dê li ser şopa şehîdan û dê çeka wan li hember xiyanetê tohildan be."

Di dawiya çalakiyê de sînevizyonek bi navnîşan "Vejîn, cenga azadiyê ser bixin" hate pêşandan.

(şx)

ANHA