Li Reqayê Festîvala Şehîd Bîşeng, Sara, Vejîn û Tolhildan

Li Reqayê ji bo bîranînê şehîd Bîşeng Birûsk, Sara Hogir, Tolhildan Qendîl û Vejîn Jiyan festîvalek hat lidarxistin.

27 tîrmeh, 2024   22:34
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan Ji bo bîranîna şehîd Bîşeng Birûsk, Sara Hogir, Tolhildan Qendîl û Vejîn Jiyan, festîvala çand û hunerê ya Şehîd Bîşeng Birûsk, Sara Hogir, Tolhildan Qendîl û Vejîn Jiyan li dar xist.  Festîval bi diruşma ˊBi soza tolhildana pêşengên ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ li bajarê Reqayê li keviyên çemê Firatê hate li darxistin.

Festîval bi amadebûna ciwanên Reqa, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa û gundewarên wê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di fevstîvalê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê endama rêveber a tevgerê Ronahî Mihemed axivî. Ronahî şehîd Bîşeng, Sara, Vejîn û Tolhildan bi bîr anî û got: "Şehîdan di oxira azadiya jinê de tê koşîn. Li çiyayên Metîna, Zap, Avaşîn şer kirin. Her wiha di oxira Kurdistanê de fedakarî kirin. Em soz didin em ê li ser şopa wan bin."

Piştre koma Avaşîn a ji Kobanê bi pêşangehekê wêneyên 4 şehîdan nîşan dan. Helbestvan Ebdulqadir Hemê bi zimanên Kurdî û Erebî helbest xwendin.

Di festîvalê de koma mûzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û hunermenda ciwan Delal El Hemed stran gotin.

Festîval bi diruşma ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkîˊ bi dawî bû.

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Jiwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bîşeng Birûsk (Rojda Bîlen), endama Rêveberiya Komelên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) di 28’ê Tîrmeha 2023’an li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, şervana YPJ’ê Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) 7ˊê Tebaxa 2023ˊyan li Hesekê di qezayekê de şehîd bû û endamê Koordînasyona Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Tolhildan Qendîl (Barzan Hesen Zade) 17’ê Îlona 2023’yan li herêma Pênciwên di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

(fr)

ANHA