′Zêdetirî 500 nexweş ji ber wêrankirina Nexweşxaneya Miştenûrê zehmetiyan dikişînin′

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de Nexweşxaneya Miştenûrê ji xizmetê derket, bi wê re zêdetirî 500 nexweş êşan dikişînin. Tîma tibî diyar kir ku ew li ser peydakirina cihekî altarnatîf ku nexweşxana tedawî bikin dixebitin.

′Zêdetirî 500 nexweş ji ber wêrankirina Nexweşxaneya Miştenûrê zehmetiyan dikişînin′
3 ÇILE, 2024   04:38
KOBANÊ

Nexweşxaneya Miştenûrê di 2015'an de li Kobanê bi alîkariya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hat avakirin û ji wê demê de alîkariya tenduristî û bijîşkî pêşkêşî şêniyan dike. Avakirina nexweşxaneyê yek ji projeyên jinûve avakirinê yên Kobanê bû, ew jî piştî bajar ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Yekîneyên  Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hate rizgarkirin.

Di nexweşxaneyê de beşên (zarokan, jinan, şekir, eseb, nexweşiyên hundirîn û alîkariya psîkolojîk, dermanxane, aşlekirina zarokan û taqîgeheke bijîşkî) hebûn, li kêlek wê jî 3 ambûlans hebûn.

Nexweşxaneyê rojane alîkarî pêşkêşî nêzî 500 nexweşan dikir, lê di encama bombebarana rasterast a balafirên artêşa Tirk a dagirker de di 25'ê Kanûna 2023'yan de ew bi temamî hat wêrankirin û ji xebatê derket.

Rêveberê beşa nexweşiyên hundirîn bijîşk Tewfîq Şêx Ehmed diyar kir ku nexweş ji bo dermankirinê û peydakirina dermanan zehmetiyan dikişînin û got: "Îro heta derziyên aşlekirina zarokan jî nayên peydakirin, ji ber derman tev şewitîn. Makîneyên eko û dermanxane jî şewitîn. Êdî derman tune ne ku em bidin nexweşxan. Rewşa nexweşan jî gelekî dijwar e û pêwîstiya wan bi domandina dermankirinê heye."

Li gor Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Zirara ku gihîştiye nexweşxaneyê nêzî 200 hezar euro hatiye texmînkirin.

Şêx Ehmed wiha domand: "Em ê xebatên xwe ji bo peydakirina dermanan bidomînin. Dewleta Tirk a dagirker me natirsîne. Bijîşkatî karekî mirovî ye û em ê di demeke nêz de cihekî ji bo dermankirina nexweşên xwe peyda bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrişê Rêxistina Bijîşkên Bêsînor li ser rûpela xwe ya malpera medyaya dîjîtal (X) da xuyakirin ku wan di avakirina nexweşxaneyê de rol lîst û tê de kar kir û di sala 2019'an de ew radestî aliyên tenduristî yên Rêveberiya Xweser kir.

(mh)

ANHA