‘Komploya Navneteweyî şerekî li dijî aştî û demokrasiyê ye`

Mistefa Îto hevdîtina xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re wek xewnê bi nav dike û dibêje wê hevdîtinê jiyana wî guherand û ji wêrojê ve li ser rêya têkoşînê meşiya.

‘Komploya Navneteweyî şerekî li dijî aştî û demokrasiyê ye`
‘Komploya Navneteweyî şerekî li dijî aştî û demokrasiyê ye`
3 ÇILE, 2024   03:41
KOBANÊ

Mistefa Îto birayê şehîd Rûken Kobanê ye ku li çiyayên Kurdistanê sala 1998`an şehîd bûye. Her wiha bavê gerîla Rûken Kobanê ye. Bavê 7 kur û 5 keçan e. Di salên 1989-1995-1998`an de 3 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye dema li Beyrutê bû.

Îto endamekî Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû. Lê belê piştî ku armancên tevgera rizgariya Kurdistanê û têkoşîna wê ji bo gel û welat nas dike, sala 1989`an tev li tevgerê dibe û biryarê dide ku biçe Lubnanê û Rêber Abdullah Ocalan bibîne.

‘HEVDÎTINA YEKEMÎN JIYANA MIN GUHERAND’

Îto ku niha hevserokê Meclisa Bajarê Kobanê ye, têkildarî wê demê got: "Rûniştina yekemîn mîna xewnê bû. Gelek tişt di jiyana min de guherîn. Şahiya 15`ê Tebaxê bû, Rêber Abdullah Ocalan di girseyê de diaxivî, lê min nekarî li kêleka wî rûnim. Ji ber wê tevî komeke hevalên din em çûn Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê. Li wir kesekî gazî me kir ji bo ku em tev li civînê bibin. Em li qada akademiyê kom bûn. Ji nişka ve Serok hat. Ez nikarim hestên wî demê bînim ziman. Bi kelecan û heyecan bûm û bi heybeta wî hesiyam."

Îto wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di xîtaba xwe de behsa şoreşger û erkên wan di parastina ax û rûmetê de kir. Her wiha çawa welatan biparêze û çawa xwe bi vîna gelên azadîxwaz bi çek bike û armancên wan pêk bîne. Behsa dagirkeriya li ser Kurdistanê kir û çawa dagirkerî hewl dide vîna gelê herêmê têk bibe."

Îto di dewama gotinên xwe de got: "Piştî hevdîtina yekemîn, nêrîna min a der barê dozê û Serok de hate guhertin. Destpêkê, min digot ew rêberekî Kurd e. Armanca wî parastina hêviyên gelê Kurd e. Lê belê wê hevdîtinê her tişt guherand, min nas kir ku Serok rêberekî navneteweyî ye û armanca wî hemû kesên mafên wan hatine binpêkirin, lê vegerîne."

Îto diyar kir ku armanca yekane ya Rêber Abdullah Ocalan sepandina aştiyê li cîhanê û Rojhilata Navîn e ku ji destpêka dîrokê ve di nava aloziyan de ye. Lewma li dijî projeya wî ya demokratîk komplo li dar xistin lê belê bi ser neket û ji ber wê û ji bo ku nehêlin fikrên wî belav bibin, di girtîgehê de tecrîdeke mutleq li ser ferz dikin.

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de ku 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir, dema ji Sûriyeyê çû Moskovê, hate dîlgirtin. Dûre 15`ê Sibata 1999`an li paytexta Kenyayê Naîrobiyê pêk hat û di encamê de dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25`ê Adara 2021`an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû ku axaftin 5 deqe dirêj kiribû û dûre hatibû birîn.

JI ADARA 2021`AN TU AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN

Parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan hefteyê 4 caran serî li Nivîsgeha Serdozgeriya Giştî û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê didin ji bo ku wî bibînin, lê daxwazên wan heta niha bê bersiv in.

Li gor daxuyaniya parêzeran di 20`ê Cotmehê de desthilata Tirk, beyî ku sedem diyar bike bi hinceta "ewlehiyê" hevdîtinên parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehan qedexe kir.

`TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ ŞEREKÎ LI DIJÎ AŞTIYÊ YE`

Der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de Îto got: "Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike, şerê demokrasiyê, edaletê û aştiyê dike ku Rêbertî bi parêznameyên xwe pêşkêş kiriye. Ew şerê aştiyê dikin û nahêlin gelê Kurd û gelên herêmê bigihêjin azadiya xwe û çareseriyeke siyasî ji doza xwe re bibînin."

Îto destnîşan kir ku dê planên dewleta Tirk a dagirker bi bin kevin ji ber ku gelê herêmê xwe bi felsefeya azad a Rêber Abdullah Ocalan bi hêz kiriye û kesek nikare wan û xewnên wan tune bike.

Îto di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan, têkoşînê mezin bikin. Li gorî Îto, azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya her her kesî ye ku hêvî dike di nava ewlehiyê de bijî.

(şx)

ANHA