Di êrişa Îsraîlê li Beyrûtê de 4 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN

Tevgera Hemasê ya Filistînê diyar kir ku cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê Salih El Arorî, 2 fermandarên ji ′Keatib El Qesam′ baskê leşkerî yê tevgera Hemasê hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê li Beyrûtê de 4 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN
2 ÇILE, 2024   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa El Weteniye ya Lubnanê balafireke bêmirov a Îsraîlê nivîsgeha tevgera Hemasê ya li Dahiya Başûrê Beyrûtê ku nuqteyeke Hizbullah e bombebaran kir, di encamê de herî kêm 4 kes hatin kuştin.

Li gorî nûnerê ajansa El Weteniye, balafireke bêmirov nivîsgeha Hemasê li Mişrefiye bombebaran kir, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn û ambulansan xwe gihand cihê bûyerê.

(fr)