Endama Desteya Jinan Sîwan Îsa şehîd bû
Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Sîwan Îsa duh dema li ser karê xwe bû şehîd bû.

Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ragihand ku endama wan Sîwan Îsa dema li ser karê xwe bû şehîd bû.
Desteya Jinan a Kantona Cizîrê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya de hate gotin: "Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Sîwan Îsa duh dema li ser karê xwe bû şehîd bû. Şehîd Sîwan di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Ji bo pêkanîna rêgezên neteweya demokratîk , azadiya jinan û parastina mafên wan bi salan di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kir. Herî dawî wekî rêvebera navenda parastin û rehabîlîtasyona jinan a girêdayî Desteya Jinan a Kantona Cizîrê kar meşand.
Bila serê malbat û hevreyên şehîd Sîwan sax be. Em ê xeta şehîd Sîwan bidomînin û armancên ku ji bo wê şehîd bûne, bi cih bînin.
Şehîd namirin."
Cenazeyê şehîd Sîwan Îsa wê îro li gundê Qîra yê bajarê Amûdê wê were veşartin.
ANHA