Rojevên îro yê rojnameyên erebî

 Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan hewldanên  normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqere, dan û standinên ji bo girbesta li Xezayê  û rewşa Lubnanê.

Rojevên îro yê rojnameyên erebî
9 tîrmeh 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûriyeyê û rêgeha nêzîkbûna Enqere û Şamê de nûçeyek bi sernavê "Gelo Erdogan ji bo vexwendina Esed şewqa kesk ji Qeterê wergirtiye?" weşand.  Hate gotin, aliyên erebî îşaret bi vê yekê kirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şewqa kesk ji Qeterê wergirtiye ku Beşar Esed vexwîne serdana Tirkiyê.

Têkildarî helwesta Esed jî hate gotin, Beşar Esed dilgiraniyeke mezin ji bo vegerandina pêwendiyên xwe yên berê bi Tirkiyê re nîşan nade û wiha hat domandin "Lê daxuyaniyên li pey hev yên Erdogan nîşan dide ku pêşketin di dan û standinên têkildarî vê dosyayê de çêbûne, lew re dibe ku Qeterê cihê xwe di vê dosyayê de çêke." Her wiha hate destnîşankirin tu nîşaneyên ku Enqreyê şertê Şamê yê vekişandina hêzên Tirk ji Sûriyeyê pêk bîne, nin in.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Esed beriya çend rojan ragihandibû ku welatê wî ji hewldanên vegerandina têkiliyên bi  Enqereyê re vekirî ye, lê behsa şertê vekişandina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê nekir.

SERDANA RAYEDARÊN ÎSAÎLÊ BO MISIRÊ

Desteya weşanê ya fermî ya Îsraîlê jî bal kişand ser dan û standinên Hemas û Îsraîlê yên bi armanca agirbestê li Xezayê. Di nûçeyê de hate gotin, şandeya dan û standinan a Îsraîlê ya bi serokatiya saziya  Shin Bet Ronan Bar li Qahîreyê mijara avakirina bendên binerd li dirêjahiya sînor bi Xezayê re bi rayedarên Misir û DYA’yê re nîqaş kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku eger peyman der barê Xezayê de pêk were hingî Îsraîlê dikare serweriya deriyê sînor ê Refehê û  eksa Philadelphia (Selahedîn) radestî Misirê bike.

Li gorî Desteya Weşana Giştî ya Îsraîlê, rayedarên saziya parastinê ya Îsraîlê radestkirina sînorê Refeh û eksa Philadelphiayê red kirin û gotin "Nabe dest ji destkefiyên stratejîk bê berdan."

Desteya Weşanê ya Îsraîlê  3`yê Hezîranê  bi bîr xist ku rayedarên ewlehiyê yên Îsraîl û DYA’yê  di civînên li Qahîreyê ji Misirê xwestibûn ku ku ji bo rêgirtina li ber tunelan dîwaran li dirêjahiya sînorê bi Xezayê re lê bike. Her wiha hate diyarkirin ku rêveberiya Biden ji bo avakirina dîwar 200 mîlyon dolar diyar kiriye.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku çav li rêya Misir bi lez dest bi avakirina dîwar bike, lê Misirê ev yek îdia red kiriye.

’PELÊN GEŞEDANÊN PÊŞBÎNÎKIRÎ BI XURTÎ LI LUBNAN Û HERÊMÊ DIHERIKE’

Li gorî rojnameya El Nehar a Lubnanê ku spartiye çavkaniyên dîplomatîk ,di roj û hefteyên li pêş de dê gelek pêşketinên herêmî û navneteweyî yên bi bandor li ser rweşa Rojhilata Navîn û Lubnanê bi taybetî çêbibin. Di nûçeyê de îşaret bi de zêdebûna pêwendiyên DYA-Fransa-Îran –Îsraîlê,  hewldanên çareseriyê û planan Biden a jii bo agirbesta li Xeza, Lubnan û ji bo serbestberdana dîlgirtiyan hate kirin. Lê hate diyarkirin ku ji ber nakokiyên di helwestan de çareserî ji bo demeke nêzîk nin e.

Di nûçeyê be behsa hilbijartina serokkomarê Îranê Mesûd Bezkişiyan û rola jeosiyasî ya Îranê di çareserkirina gelek pirsgirêkan de hate kirin. Hate gotin: "Hilbijartina Serokê Partiya Îslahî tê wateya ku desthilata olî û leşkerî ya  Îranê xwe dispêre başkirina têkiliyên bi dewletên rojavayî re. Tevkariya dîplomatîk dikare rê li ber hewldanên çareserkirina nakokiyan veke."

(bb)