Xutbeyên sorkirinê yên îmamekî Humsê bûn cihê hêrsê

Îmamê mizgefteke Humsê gotinên kîndariyê li dijî mezheb û pêkhateyên Sûriyeyê kirin, ev yek bû cihê nerazîbûnê û pirsiyarên têkildarî rola aliyên eleqedar di rêgirtina li ber van xîtabên sorkirinê de.

Xutbeyên sorkirinê yên îmamekî Humsê bûn cihê hêrsê
20 sibat, 2026   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Ermen a bajarê Humsê ya Sûriyeyê ji ber xutbe û gotinên kîndariyê di dawiya nimêja Terewiyan de yên îmamê mizgefta Mihemed El Fatih ku berê bi Mihemed Bin Ebî Bekir dihat nasîn, şêniyan hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gorî şêniyên herêmê ji nûçegihanê me re diyar kiriye di dawiya nimêja terewîhê de îmamê mizgeftê gotinên kîndariyê li dijî Elewî, Durzî û Kurdan kirin.

Nûçegihan anî ziman ku vê yekê di nava şêniyan de pirsên der barê rola aliyên ewlehî û saziyên eleqedar ên ji bo sînordarkirina xîtabên tehrdîkirinê de derxistin holê û hêrsa xwe nîşan dan.

(ac/fr)

ANHA