ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2026
21 sibat, 2026   02:00

Wêjevan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf got “Divê partiyên Kurdan ji dijminên xwe fêr bibin; ew çima li ser tiştekî bêrêz dibin yek, çima em ji bo mafên xwe yên rewa nebin yek? Çima em nikarin sîwaneke neteweyî ava bikin? Ji bo vê jî erkeke wijdanî ye ku kesên rewşenbîr û zana partiyan bînin ser yekitiya Kurdan.” BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê gundewarên Tirbespiyê ev bûye 33 roj parastina gundên xwe dike û destûrê nade pirsgirêkên ewlehiyê derkevin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberê Komeleya Çandê ya Suryanî Sair Ishaq diyar kir ku ew ji bo avakirina Sûriyeya siberojê geşbîn in ku mafên hemû gelan di destûrê bên naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sehil El Xab a Hemayê 31 hezar donim erdên çandiniyê ji ber ava zêde zirar dît û hikumeta demkî ev mijar paşguh kiriye.

Li gelek bajarên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku dikeve 21ˊê Sibatê ya her salê, çalakiyên cuda weke panelên diyalogê, meş û dayîna daxuyaniyan hene. BI WÊNE Û DÎMEN