Şandeya Jinan a Rojava li Kolombiyayê bi tevgerên jinan re civiya

Şandeya Jinan a Rojava li herêma Cauca ya başûrê rojavayê Kolombiyayê bi hejmarek çalakvan û tevgerên jinan re ezmûna jinan a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rola jinan di têkoşîn û beşdariya siyasî de pêşkêş kirin.

Şandeya Jinan a Rojava li Kolombiyayê bi tevgerên jinan re civiya
Şandeya Jinan a Rojava li Kolombiyayê bi tevgerên jinan re civiya
Şandeya Jinan a Rojava li Kolombiyayê bi tevgerên jinan re civiya
Şandeya Jinan a Rojava li Kolombiyayê bi tevgerên jinan re civiya
20 sibat, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Jinan a Roajva gera xwe li herêma Cauca ya başûrê rojavayê Kolombiyayê didomîne. Îro, şandeyê hevdîtin bi gelek çalakvan û tevgerên jinan ên li hermê re di çarçoveya bernameya serdana xwe ya li Amerîkaya Latîn de kir.

Di hevdîtinan de Nûnera Kongra Star Bêrîvan Xalid ezmûna jinan a di Şoreşa Roajva de pêşkêş kir û bal kişand ser rola wê ya pêşeng a têkoşînê ya di oxira azadî û beşdariya wê ya aktîv di tevahî warên jiyanê yên siyasî, civakî û leşkerî de.

Şanda jinan a Rojava gera xwe li herêma Cauca ya li başûrê rojavayê Kolombiyayê didomîne, ku îro di çarçoveya bernameya serdanên xwe yên bo Amerîkaya Latîn de bi gelek çalakvan û tevgerên jinan ên herêmê re civiya.

Bêrîvan behsa astengiyên jinan di serdema rejîma Baasê û pêvajoya heyî de kişandine kir û girîngî da hevgirtina hewldan û xebatên di çarçoveya eniyeke jinan a yekgirtî de ji bo misogeriya mafên jinan û parastina wan.

Bêrîvan diyar kir ku ezmûna jinan li Rojava temsîla modela îlhamê ya guhertina civakî dike û jinan karî hebûna xwe di cihê biryardanê de îsbat bike û tevî astengiyên mezin jî parastina mafên xwe kir.

Li aliyekî din jî beşdaran heydarniya xwe bi ezmûna jinan li Rojava anî ziman û destnîşan kir ku ew destkeftiyên jinan li herêmê dişopînin nemaze destkeftiyên jinên Kurd ên der barê rola wan a pêşengiyê di rûbirûbûna rêxistina DAIŞˊê de.

Şandeya Jinan a Rojava di çarçoveya lidarxistina rêzeçalakî, hevdîtin û semîneran de ku peywendiyên xwe bi pêş bixin û pisporiyên xwe pev biguherin gera xwe li Amerîkaya Latîn dewam dike.

(fr)