Xelkê Kobanê: Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin

Şêniyên bajarê Kobanê teqezî bi xurtkirina têkoşînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Xelkê Kobanê: Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin
11 kanûn, 2025   02:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de parve kirin.

Nesrîn Yûsif got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî jinan e û got divê hemû jin ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Nesrîn Yûsif wiha domand: "Fikrên Rêbertî li seranserî cîhanê belav bûn. Ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî divê em xwe li gorî vî fikrî perwerde bikin."

Nedîm Daşo li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan ragihandiye got: "Rêbertî rêberê mirovahiyê ye. Divê her kes ji bo pêkanîna azadiya wî têkoşînê xurt bike. Bê wî pirsgirêkên Rojhilata Navîn nayên çareserkirin."

Daşo teqezî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got dewleta Tirk tu gav ji bo biserxistina banga wî neavêtine.

Silava Bozo jî wiha axivî: "Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan em îro gihaştine asta serkeftinê. Jinan bi saya Rêbertî azadiya xwe bi dest xist. Divê em jî bi wî re dilsoz bin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê xurt bikin. Ew ji 27 salan ve girtî ye û dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve tecrîdê li ser wî dide meşandin. Em ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî asta têkoşînê bilin bikin.”

(mh)

ANHA