Şêniyên Reqayê: Hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî bû

Şêniyên kantona Reqayê daxwazên xwe yên Sûriyeya yekbûyî û ewle dubare kirin û destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî û jiyaneke baştir e.

Şêniyên Reqayê: Hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî bû
Şêniyên Reqayê: Hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî bû
Şêniyên Reqayê: Hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî bû
Şêniyên Reqayê: Hilweşîna rejîma Baasê destpêka yekitiya nîştimanî bû
11 kanûn, 2025   04:15
REQA
ENES MIHEMED

Şêniyên kantona Reqayê di salvegera 1'emîn a hilweşîna rejîma Baasê de hestên xwe parve kirin û got ev salveger di dîroka nûjen a Sûriyeyê de qonaxeke girîng e.

Îbrahîm El Şêx wiha axivî: "Ev bîranînek e ku ji bîra her Sûriyeyiyekî azad naçe. Rejîma berê kabûsek bû ku 54 salan li ser sînga gelê Sûriyeyê bû.”

El Şêx hêviya xwe ya dîtina Sûriyeya yekbûyî ji başûr heta bi bakur û ji rojhilat heta bi rojava, anî ziman.

Xalid El Xetab got gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û taîfeyên xwe ve yek e û diyar kir ku pêkanîna ewlehî û aramiyê û sivikkirina barê aborî yê welatiyan daxwazên herî sereke yên şêniyan in.

El Xetab got dabeşbûna ku niha li Sûriyeyê tê dîtin ji ber siyasetên rejîma berê ye lê belê hêviya bi qonaxa nû ya yekitiya niştimanî mezin e.

Girêdayî mijarê, Ehemd El Ezîz got ku hilweşîna rejîma berê ji bo wî wekî dawiya desthilatdariyeke zalim û hişk bû û got: "Hêviya min ew e ku Sûriye yekbûyî be û tevahî gelê Sûriyeyê bê ku cudahî di navbera wan de hebe bijîn.”

Zeyd El Cendelî ku birayê wî di girtîgeha Seydnaya de bû, destnîşan kir ku di serdema rejîma berê de ciwan koçber dibûn û welatî dihatin girtin û kuştin.

Mustefa El Mustefa jî girîngî bi lihevkirina siyasî di navbera hemû hêzan de da û got ku her lihevkirinek dikare yekparçe û aramiya Sûriyeyê misoger bike.

Welatiyan hêviyên xwe yên ji sala bê yên pêkhatina ewlehiyê û başkirina rewşa jiyanê, anîn ziman.

(mh)

ANHA