Banga kontrolkirina zimanê çapemeniyê hat kirin

Çalakvan û rojnamevanan diyar kir ku xîtaba mezhebperest di çapemeniyê de zêde bûye û armanc wê kûrkirina krîzan û dabeşkirina pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye. Çalakvanan banga sazkirina qanûnan ji bo qedexekirina vî zimanî û rêzgirtina ji pîvan û nirxên çapemeniyê re kir.

Banga kontrolkirina zimanê çapemeniyê hat kirin
11 kanûn, 2025   06:40
TEBQA

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve zimanê kîn û provakasyonê li ser çapemeniyê û di dezgehên çapemeniyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de tê bikaranîn. Hin aliyan jî xwest di bin navê azadiya ramanê de aloziyên neteweyî û olî di nava gelê Sûriyeyê de derxin.

Girêdayî vê mijarê, çalakvan û nûçegihana Ronahî TV’yê ya li kantona Tebayê Hîbe Fitêh got Sûriye bi pirrengiya xwe ya olî, taîfî û neteweyî dewlemend e lê hin alî hene dixwazin vê mozaîka dîrokî ji hev bixin.

Hîbe Fitêh got li gelek deverên Sûriyeyê ji ber zimanê kînê û provakasyona li ser çapemeniyê, alozî û şer çêbûn û vê jî bandor li hevgirtina civakî kir û bû sedema ku zirar bigihêje welatiyan û mal û milkên wan, her wiha aloziyên nû di nava pêkhateyan de derxistin.

Hîbe Fitêh wiha domand: "Ji bo pêkanîna demokrasiyê azadiya ramanê pêwîst e û ew ne li dijî pîvanên demokrasiyê ye, lê di navbera wê û zimanê kînê û provakasyonê de cudahî pir e. Zimanê taîfî û yê kînê dibe sedema derketina şeran.”

Hîbe Fitêh got divê qanûnên qedexekirina bikaranîna zimanê kînê werin sazkirin û çapemenî balê bikişîne ser metirsiya bikaranîna vî zimanî û wiha domand: "Divê hemû dezgehên çapemeniyê yên Sûriyeyê xwedî li erkê xwe yê hişyarkirina civakê derkevin û cudahiya di navbera azadiya ramanê û derxistina fîtneyan were naskirin."

Têkildarî mijarê rojnamevan Husên Osman got ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve zimanê kînê û provakasyon zêde li ser medyaya dîjîtal û platformên civakî û siyasî hatin bikaranîn û baweriya di navbera pêkhateyan de lewaz kir û alozî demdirêj kirin.

Osman got barê mezin li ser milê rojnamevanan û gelê Sûriyeyê bi tevahî ye û got: "Divê were zanîn ku ev ziman ji bilî şer û koçberiyê tiştekî din pêk nayne. Divê bi zanabûnê têkoşîn li hemberî vî zimanî were kirin û civak were hişyarkirin.”

Osman destnîşan kir ku divê zimanê aştiyê were pêşxistin û pêşî li hewldanên têkbirina yekitiya gelê Sûriyeyê were girtin û wiha lê zêde kir: "Divê karmendên çapemeniyê di mijarên li dijî ewlehî û aramiya gelê Sûriyeyê de bêalî bin. Divê 8'ê Çileya 2024'an bibe destpêka aştiyê û redkirina zimanê kînê be. Bila çapemenî bibe beşeke avakirina Sûriyeya demokratîk a ji bo tevahî gelê Sûriyeyê.”

Çalakvanê hiqûqî Mehmûd Xebaş jî diyar kir ku zêdebûna bikaranîna zimanê kînê li ser medyaya dîjîtal hişt alozî di hundirê Sûriyeyê de çêbibin û got ku sedema vê yekê jî ew e ku qanûnên rêxistinkirina karê çapemeniyê tune ne.

Xebaş got divê qanûnên li ser bikaranîna zimanê kînê û provakasyonê werin sazkirin û hesab ji bikarhênerên vî zimanî were xwestin, çi yên li ser medyaya dîjîtal çi jî yên li ser dezgehên çapemeniyê.

Xebaş diyar kir ku tenê hesabxwestin ne bes e, her wiha divê pêkhateyên gel jî werin hişyarkirin û zanakirin û got: "Ev jî erkê hiqûqnasan e ku çanda hevduqebûlkirinê belav bikin."

Mehmûd Xebaş got eger ev ziman bidome dê bibe sedema şer û aloziyên nû û banga sazkirina qanûnan ji bo hesabxwestina ji bikarhênerên zimanê kînê û birêxistinkirina karê çapemeniyê dubare kir.

(mh)

ANHA