Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remezanê pêşwaz dike

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê amadekariyên xwe didomînin.

11 adar, 2024   04:37
REQA
ENES MIHEMED

Ji bo muslimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Remezan ji mehên herî bi nav û deng e û di nav muslimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwedî taybetmendiyeke olî ye. Di vê mehê de rê û resmên taybet hene, wek nimêja terawîh piştî nimêja êvarê û kolan bi çirayên Remezanê tên xemilandin.

Şêniyên herêmê bi hatina vê mehê re hev du pîroz dikin û amadekariyên cejnê, xwarin, vexwarin dikin, xurme, xurdemenî dikirin.

Lê belê dorpêç û bihabûna madeyan li pêş xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengî û zehmetiyek e.

Xwediyê dikaneke sebzeyan li sûka cotkaran li nava kantona Reqayê Ebdullah El Seîd axivî û got: "Ji ber daxwaza zêde li ser madeyan bi hatina meha Remezanê re xurdemenî, sebze û goşt biha ne. Li kêlek wê jî hin made mîna sebzeyan nayên peydakirin ku piranî di serayan de tên çandin."

Mihemed El Casim ê ji Reqayê jî wiha got: "Em hatina Remezanê pîroz dikin û hêvî dikin ku bi xêr û selametî di ser me re derbas bibe."

El Casim anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ya li Sûriyeyê û ji ber şerên li herêmê û hilweşîna lîreya Sûriyeyê dabînkirina pêdiviyên Remezanê zehmet in.

El Casim wiha domand: "Me hin madeyên ji bo Remezanê kirîn. Em ê li gorî pêdiviyên xwe madeyên xwe temam bikin, ji ber sûk ji mala me ve nêz e û pêdiviya me bi depokirina madeyên zêde tune ye."

Endamê rêvebera Gerînendetiya Parastina Mezexêran û Çavdêriya Sûkan a Desteya Aboriyê ya Kantona Reqayê MihemAed El Cerboi axivî û got: "Me gerên meydanî ji bo dîsplînkirinê bi hatina Remezanê re zêde kirin û me ji xwediyên dikanan re got lîsteyên her xurdemeniyan deynin."

El Cerboi wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev dewriye û ger sibehê û êvarê hene. Da ku sûkan û firnan bişopînin û madeyên demborî li sûkan telef bikin."

(fr)

ANHA    

TEBQA

REQA

MINBIJ