Bi rêbazên jiyana komînal li hemberî êrişan ber xwe didin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên 2024’an li dijî binesaziya herêmê hîna jî bandorê li ser şêniyên herêmê dikin, ji ber ku di encama topbaranê de bê kehrebe û bê av man. Li navçe û gundan jiyana komînal tê çalakkirin ji bo ku pêdiviyên jiyanê yên bingehîn peyda bikin.

Bi rêbazên jiyana komînal li hemberî êrişan ber xwe didin
Bi rêbazên jiyana komînal li hemberî êrişan ber xwe didin
Bi rêbazên jiyana komînal li hemberî êrişan ber xwe didin
Bi rêbazên jiyana komînal li hemberî êrişan ber xwe didin
11 adar, 2024   05:35
QAMIŞLO
 BESNE ŞEMO

Di encama bombebarana balafirên şer û yên bêmirov de di navbera 13`ê û 15`ê Çileyê 2024 de, stasyonên kehrebeyê li piraniya navçe û bajarên kantona Cizîrê, stasyonên petrol û gaze li Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê rawestiyan û şênî bê kehrebe, gaz û av man.

Bi vê rewşê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl da bi rêbazên alternatîf bîran bi rêya jeneratoran bixebitîne û gazê ji derve bîne.

Şêniyan jî li rex hewldanên Rêveberiya Xweser xwest li çareseriyan bigerin û pêdiviyên jiyanê yên bingehîn mîna av û kehrebeyê, peyda bikin.

Şênî bi giyanekî komînal bi hev re hewl didin bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker sivik bikin û însiyatîfan pêşkêş dikin.

Yek ji wan însiyatîfan, însiyatîfa şêniyên taxa Selahûdîn a navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê ye ku bi hev re li çareseriyekê ji bo ku kehrebeyê peyda bikin, geriyan û li hev kirin ku bi rêya Komîteya Xizmetguzariyê ya komîna taxê, jeneratorekê bikirin û li gorî pergala ampîran li şêniyên taxê belav kirin.

Hevserokê Komîna Taxa Selahûdîn Hisên El Şêx têkildarî mijarê got: "Ev bingeha karê komînê ye ku divê em xwe bispêrin xwe û çareseriyan ji aloziyên xwe re peyda bikin."

El Şêx wiha domand: "Me bi hev re ev biryar da û bi hev re torên kehrebeyê li malan bi cih kirin û me kesek erkdar kir, ji bo ku li ser xebitandina jeneratorê bisekine."

Jenerator kehrebeyê dide 200 malan. Para her malekê 5 ampîr e. Her wiha ji xwediyên dikanan re 7 ampîr hatin veqetandin.

El Şêx bang li şêniyan kir ku karê komînal bi pêş bixin ji bo ku pêdiviyên xwe peyda bikin û got: "Vîna me ji planên dewleta Tirk a dagirker xurttir e." 

ANHA