Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin

Li Qamişlo şênî li pêşiya nivîsgeha postê kom dibin û bi rojan li bendê dimînin ku pereyên kevn biguherîn in.

Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
Xelk gazincê ji mekanîzmeya pevguhertina pereyan dikin
19 tebax, 2026   14:41
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi rojan li bendê dimînin ku pereyên xwe biguherînin, lê ji ber pevguhertina pereyan baş nayê birêxistin kirin û pereyên nû yên Sûriyeyê nayê peyda kirin hîna gelek welatiyan pereyên xwe yên kevn ne guhertine. 

Asim El Ercûn got: "Welatî neçar diman ku çend rojan li benda dora xwe bimînin û navê xwe qeyd bikin. Ji xwe di rêxistinkirina dorê de pirsgirêk hebûn. Êvarî li pêşiya me 50-60 kes hene lê her kesek navê deh kesan qeyd dike û dor nagihîje me. Hinek kes bê karta qeydkirinê derbasî nivîsgeha postê dibin û pereyên xwe diguherînin."

Her wiha zehmetiyên xwe anî ziman û wiha axivî: "Min berî çend rojan hewl da ku pereyên xwe biguherînim lê bi destê min neket. Heke em nikarbin di vî wextê ku diyarkirine pereyên xwe yên kevn bugherînin gelo em ê çi ji pereyên xwe yên kevn bikin? Bazirgan û dikandar pereyên kevn ên Sûriyeyê nagirin û pereyên nû jî bi me re nînin. Em daxwaz dikin ku wextê ji pevguhertina pereyan re diyarkirine, dirêj bikin û hemû welatî bighîjin ku pereyên xwe biguherîn in."

(np)

ANHA