Li Sûriyeyê ji ber mayînên şer zêdetirî 2 hezar kes mirine an birîndar bûne

Rêxistineke rakirina mayînan ragihand ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê heta Tebaxa 2026`an, li Sûriyeyê 2 hezar  û442 kes ji ber mayînan, teqemeniyên neteqiyayî û bermahiyên din ên şer mirine an birîndar bûne û hişyarî da ku ji ber vegera şênyan bo malên xwe, sivîl hîn jî di xeteriyê de na.

 Li Sûriyeyê ji ber mayînên şer zêdetirî 2 hezar kes mirine an birîndar bûne
19 tebax, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Halo Trust, rêxistineke paqijkirina mayînan, diyar kir ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê di 8`ê Kanûna 2024`an de heta Tebaxa 2026`an, li Sûriyeyê bi qasî 2 hezar û 442 kes ji ber teqemenî û bermahiyên şer mirine an birîndar bûne.

Li gorî rêxistinê, li gund, bajarok û deverên çandiniyê hîn jî teqemeniyên xeternak hene, ku vegera şênyan û ji nû ve avakirina deverên bandordar asteng dike, bi taybet ji ber ku hejmareke mezin ji welatiyên Sûriyeyê piştî bidawîbûna desthilatdariya Esed vedigerin malên xwe.

Halo Trust got ku tîmên wê li Sûriyeyê ji bo rakirina van bermayiyan dixebitin, di heman demê de tîmên navneteweyî yên pispor dest bi perwerdekirina karmendên Sûriyeyê û piştgiriya operasyonên rakirina mînan kirine.

Rêxistinê hişyarî da ku xetera bermayiyên şer bi rawestandina şer bi dawî nabe, ji ber ku mayîn û teqemeniyên neteqiyayî dikarin bi dehsalan bimînin û ji bo sivîlan, zarokan, cotkaran û kesên ku vedigerin malên xwe dibe xeter.

(k)

ANHA