Xebatên temîrkirina yarîgeheke li Kobanê dewam dikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê xebatên temîrkirina yarîgeheke li Kobanê ji nû ve dan destpêkirin. Xebat ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibûn sekinandibûn.

Xebatên temîrkirina yarîgeheke li Kobanê dewam dikin
29 mijdar 2023   10:20
KOBANÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, piştî sekinandina 3 salan, xebatên temîrkirina yarîgehekê li Kobanê ji nû ve dan destpêkirin.

Li gorî desteyê, yarîgeh li Taxa Cedîd (Nû) a Kobanê ye û dê di 6 mehan de bi dawî bibe.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Derwêş ji ajansa re li ser sedemên derengxistina temîrkirin û amadekirina yarîgehê ku çaverê bû beriya 3 salan bi dawî bibûya, axivî û wiha got: “Sedemên yekemîn êrişên dewleta Tirk a dagirker û pandemiya Koronayê bûn.”

Derwêş anî ziman ku qonaxa dawîn a amadekirina yarîgehê; danîna kursiyên pêpelûkan, amadekirina roniya yarîgehê û raxistina zemîna wê ye.

Derwêş destnîşan kir ku di qonaxa yekemîn de sazûmaniya yarîgehê, ode û holên werzîşê li qata binî ya yarîgehê hatin temîrkirin.

Li gorî texmînan yarîgeha Kobanê têra 7 hezar temaşevanan dike.

Di dawiyê de Ehmed Derwêş got Desteya Ciwan û Werzîşê hewl dide yarîgehê xweştir bike û diyarî werzîşvanan bike.

(fr)

ANHA