Ji Şengal heta Idlibê serpêhatiya Rojîn

Rojîn di temenê xwe yê biçûk de 3′yê Tebaxa 2014′an ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve hate revandin, li sûkan hat firotin.

Ji Şengal heta Idlibê serpêhatiya Rojîn
Ji Şengal heta Idlibê serpêhatiya Rojîn
Ji Şengal heta Idlibê serpêhatiya Rojîn
29 mijdar 2023   10:48
HESEKÊ
ARAM EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Di 3′yê Tebaxa 2014′an de Çeteyên DAIŞ′ êrişî Şengalê kir bi hezaran kes qetil kir û bi hezaran jî revandin. Hêzên PDK û artêşa Iraqê qaşo parastina Şengalê dikirin, di dema êriş de reviyan û êzid di nava pencên çeteyan de hiştin.

Li gorî rêxistinên Êzidî, di fermana 2014’ê han de DAIŞ′ê 6 hezar û 417 Êzidî (3 hezar û 548 Jin û 2 hezar û 869 mêr) revandin.

Di pêngavên rizgarkirinê de, jê hezar û 203 Jin, bi giştî 3 hezar û 739 Êzidî hatin rizgarkirin. Lê heta niha aqûbeta bi sedan Zarokan nayê zanîn.

Yek jî jê ku di aliyê çeteyan ve hatibû revandin, Rojîn bû. Rojîn  dema hate revandin hîna zarok bû û  niha temenê wî  17 salî ye.

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê 26′ê Mijdarê ragihandibû ku wê Rojîn Hedîd Telal (17) ê ji gundê Herdan ê Şengalê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê wergirt ye.

Rojîn hîn di zroktiyê de ji malbatê xwe hatiye dûrxistin û ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin. Bi sedan caran ji hatiye  kirin û firotin bi êş,tirs û xof jiyan kiriye.

Çîroka firotina Rojîn li sûkên di bin kontrola çeteyên DAIŞ′ê de dest pê dike.

Rojîn di derbarê jiyan û serpêhatiya xwe de wiha dibeêje dema ez revandim ez birim Sûriyeyê bi zora çeteyan ez neçar kir ku bibim misilman.

Rojîn li  Baxozê baregeha dawîn di destê çeteyên DAIŞ′ê de mabûn ji aliyê çeteyekî bi navê Ehmed ve  tê kirîn. Çete Ehmed ku ji lingê xwe ve birîndar bû, Rojîn wekî xizmetkar ji bo xwe bi kar tîne.

Di pêngava QSD′ê ya rizgarkirina Baxozê re ji çeteyên DAIŞ′ê, Rojîn bi bi tevî malbatên Iraqî bi  çeteyên DAIŞ′ê ber bi kampa Holê dibin û di sala 2019′an de tevî malbatên DAIŞ′î bi rêya qaçaxaçiyan wî birin Idlibê ya di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye.

Rojîn diyar kir ku wî malbata xwe ji bîr nekiriye, lê ji ber çeteyan nikarî xwe bigihanda malbatê ku hîna ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve revandî ye.

Rojîn herê dawiyê bi rêya medyaya dîjîtal xwe gihand birayê xwe yê ku demek berê ji çeteyan hatibû rizgarkirin.

Piştî bi rêya Mala Êzidiyan re hate danîn, bi rêya hinek qaçaxçiyan hat herêmên Rêveberiya Xweser. Li vir jî ji aliyê Mala Êzidiyan ve hat pêşwazîkirin.

Rojîn bi kêfxweşiya xwe ya vegera cihê û warê xwe Şengalê anî ziman.

(fr)

ANHA