Wezareta Derve ya Amerîka piştgiriya UNRWA taloq kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîka diyar kir ku Washingtonê piştgiriya UNRWAˊyê bi sedema beşdariya karmendên wê di êrişên Hemasê li başûrê Îsraîlê de pêk anîne taloq kir.

Wezareta Derve ya Amerîka piştgiriya UNRWA taloq kir
26 ÇILE, 2024   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller diyar kir ku wezaretê piştgiriya UNRWAˊyê bi awayekî demî taloq kiriye, heta ku îdaiyên beşdariya 12 karmendên wê di êrişa Hemasê de piştrast dike.

Li aliyekî din jî UNRWAˊyê anî ziman ku wê der barê îdaiyên beşdariya gelek karmendên wê di êrişê de lêpirsîn vekiriye û got têkilî bi wan karmendan re qut kiriye.