Li Cerablusê eşîr bi hev ketin: 4 kes hatin kuştin

Vê êvarê di navbera eşîrên li bajarê Cerablusê yê ji hêla delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin de eşîr bi hev ketin, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Li Cerablusê eşîr bi hev ketin: 4 kes hatin kuştin
26 ÇILE, 2024   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî, di navbera eşîrên Cîsat û Degarat de pevçûn bi çekên sivik û navîn çêbû.

Di encama pevçûnê de 4 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, lê artêşa Tirk a dagirker ji bo jevkirina pevçûnê destwerdan nekir.

(fr)