Trump û Netanyahu plana nû nîqaş kirin

Serokê Amerîkayê Donal Trump li Koşka Spî Benjamin Netanyahu pêşwazî kir û plana Amerîka ya ji 21 bendan pêk tên, nîqaş kirin. Trump got: “Ez bawer im” ku lihevkirin pêk were. Trump destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de her kes plana wî erê bikin.

Trump û Netanyahu plana nû nîqaş kirin
29 îlon, 2025   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwaziya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir û got “ew bawer e” ku lihevkirin der barê Xezayê de çê bibe. Her du aiyan, danûstandinên der barê plana Amerîka ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, nîqaş kirin. 

Dema ji Trump hate pirsîn ku “dê bikare aştiyê li Xezayê bi dest bixe” wisa bersiv da: “Ez gelekî bawer im”. Trump destnîşan kir ku tevahî aliyan plana ji 21 bendan pêk tê erê kiriye.

(şx)