Li Humsê cenazeyê ciwanekî hate dîtin

Li gundewarê Humsê cenazeyê ciwanekî hate dîtin ku ji 24 saetan ve agahî jê nayê girtin.

Li Humsê cenazeyê ciwanekî hate dîtin
29 îlon, 2025   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cenazeyê ciwanekî elewî kuştî di nexweşxaneya El Waer hate dîtin. SOHR`ê da zanîn ku ji duh ve agahî ji ciwanê elewî nedihate girtin. 

Li gorî agahiyan, ciwan ji taxa El Zehra ye, ajokar e. Lê winda bû û dûre kuştî hate dîtin.

Li herêmên di bin kontrola hêzên Hikumeta Veguhêz de bûyerên sosret û yên li ser bingehên taîfî yên mîna qetilkirina vî ciwanî, zêde bûne. Herî dawîn, duh 4 karkerên elewî dema ji kar vedigerîn malên xwe, li gundewarê Hemayê hatin kuştin.  

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka 2025`an û vir ve, hezar û 57 kes hatine kuştin. Jê 21 zarok in.

(şx)