Brîtanya 71 navên din li lîsteya cezayan a li ser Îranê zêde kirin

Brîtanyayê 71 navên din li lîsteya cezayan a li ser Îranê zêde kirin. Di nav wan de rayedarên payebilind ên bernameya nukleerî ya Îranê hene.

Brîtanya 71 navên din li lîsteya cezayan a li ser Îranê zêde kirin
29 îlon, 2025   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Brîtanyayê ragihand ku wê ceza li 71 kes û hêzên îranî biriye. Di nav wan de rayedarên payebilind ên bernameya nukleerî, saziyên malî û şîrketên enerjiyê hene. 

Li gorî biryarê, semyan tê ragirtin, qedexeya rêwîtiyê jî heye. Di heman demê de Yekitiya Ewropayê di çend saetên borî de, mîna pêkanînên Brîtanyayê li Îranê birîbûn.

Piştî çalakkirina mekanîzmeya “snapback mechanism” ji aliyê Brîtanya, Fransa û Almanyayê, ev gav hate avêtin.

NY`yê jî duh, qedexeya çekdan, cezayên din li Tehranê ragihandibû. Tehran jî ev ragihandin bi “bêsedem” wesifand û gef xwar ku dê bibersivîne.

Ruxmî vê gûrbûnê, lê rayedarên rojavayî destnîşan dikin ku diyalog bi Îranê re vekirî ye. Berpirsa siyaseta derfe ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas diyar kir ku ji nû ve birîna cezayan, “nayê wateya bi dawîbûna dîplomasiyê”.

(şx)