Trump: Ger Îranê pêşniyara me red bike wê êriş tund bin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ger Îranê pêşniyara Amerîkayê ya bidawîkirina şer qebûl nekir wê bi tundî êrişî Îranê bikin.

Trump: Ger Îranê pêşniyara me red bike wê êriş tund bin
6 gulan, 2026   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser platforma "Truth Social" got ku eger Tehran pêşniyara nû ya Amerîkayê red bike, "Em ê di asteke ji berê pir bilindtir de dest bi bombebaranê bikin."

Di dewama postê de Trump anî ziman ku; "Bi pêşbîniya ku Îran qebûl bike ku pabendî tiştê ku li ser hatiye lihevkirin bibe, ew jî texmînek pir muhtemel e, wê operasyona Xezeba Efsanewyî bi rastî jî dê biqede û dorpêça bibandor dê bihêle ku Tengava Hurmuzê ji bo her kesî, tevî Îranê, were vekirin."

Pêşniyara Amerîkayê ew e ku, li beramber rakirina cezayan û berdana pereyên cemidî, dewlemendkirina uranyûmê raweste. Washington û Tehran nêzîkî nivîsandina peymaneke têgihîştinê ne ji bo bidawîkirina aloziyê û vekirina Tengava Hurmuzê. Tê payîn ku di nav 48 saetan de bersivek ji Îranê were dayîn. Armanca van hewldanên dîplomatîk ew e ku were piştrastkirin ku Tehran çekên nukleerî bi dest nexe.

(fr)