Li Tertûsê di çaksaziya keştiyê de 7 karker birîdnar bûn

Hat diyarkirin ku dema karkeran çaksazî di keştiyekê de li cihê Tahûnê li nêzî Kornîşê yê Tertûsê dikirî topek oksojînê ket, 7 karker birîdnar bûn.

Li Tertûsê di çaksaziya keştiyê de 7 karker birîdnar bûn
6 gulan, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANAˊyê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre Gerînendetiya Awarte û Rêveberiya Karesatan a Tertûsê, di çaksazîkirina keştiya li cihê Tahûnê yê nêzî Kornîşê yê Tertûsê topek oksojînê ket, 7 karker birîndar bûn.

Çavkanî da zanîn ku tîmên Parastina Sivîl berê xwe cihê bûyerê, destwerdanên lezgîn pêşkêş kirin, 3 birîndar veguhastina Nexweşxaneya Wetenî ya Tertûsê.

(fr)