Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn

Zanîngeha Kobanê ji bo rêûresma derçûna koma yekemîn a xwendekarên dewreya tememkirina lîsansê 2025 û 2026ˊan şahiyek bi dirûşma "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" li dar xist.

Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
Li Kobanê zêdetirî 60 xwendekar derçûn
6 gulan, 2026   18:18
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê ji bo rêûresma derçûna koma yekemîn a xwendekarên dewreya tememkirina lîsansê 2025 û 2026`an şahiyek ji xwendekarên beşa zimanê Wêje û Zimanê Kurdî, Wêjeya Ingilîzî û Fakulteya Mafnasiyê bi dirûşma "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" li dar xist. Koma derçûyî zêdetirî 60 xwendekarî ye.

Xwendekaran destpêkê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dicle, serkeftina derçûna xwe diyarî giyanên her pakrewanekî kir, li ser her gorekê gul danîn û sirûda Ey Reqîd xwendin.

Dûre xwendekaran berê xwe da Zanîngeha Kobanê, di hola zanîngeha Kobanê de şahiyek ji bo derçûna xwendekaran bi amadebûna mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran hat lidarxistin.

Li hola zanîngehê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Dûre Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim bi xêrhatina hemû kesên amade kir û wiha got: "Her kesên ku ji xwendina xwe bê par mane, beriya du salan me ev derfet ji wan re vekir, da ku hemû kesên ku di sazî û Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirtin, xwendina xwe temam bikin. Em vê derçûna xwendekaran li hemû xwendekar û malbatan û li mamosteyan pîroz dikin."

Rêveberiya Fakulteta Wêje ya Zanîngeha Kobanê Sozan Qasim diyar kir ku ew qas sal e ew li ber xwe didin ku ew zanintên xwe fêr bibin û asta zanistê xurt bikin û wiha got: "Bajarê Kobanê her tim layiqî serkeftinê ye. Ji ber ku Kobanê ji destpêka Şoreşê û heta roja îro her tim di nava berxwedan û têkoşînê de ye. Lewma em vê derçûnê li hemû kesên zimannas, li cangoriyên xwe û xwendekaran pîroz dikin. Em bi vê derçûnê gelekî kêfxweş in, bi hêviya hemû astên serkeftinê bin. Em soz didin ku em ê ji bo fêrkirina zimanê xwe her di nava xebatê de bin."

Dûre bewername li xwendekaran hatin belavkirin.

Di dawiyê de xwendekar û amadebûyan li pêş Zanîngeha Kobanê govend gerandin.

(sş/fr)

ANHA