Trump: Ger hevdîtin bi ser nekevin em ê êriş bikin

Serokê DYA'yê Donald Trump got ger hevdîtinên bi Îranê re têne kirin bi ser nekevin, dibe ku êrişên leşkerî yên nû werin rojevê.

Trump: Ger hevdîtin bi ser nekevin em ê êriş bikin
10 nîsan, 2026   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku her muzakereyên bi Îranê re têne meşandin bêyî encam bimînin, wê hingî vebijarkên leşkerî bikevin dewrê.

Trump di roportaja xwe ya "New York Post" de diyar kir ku ger hevdîtinên li Pakîstanê dewam dikin bi ser nekevin, keştiyên şer ên DYA'yê ji bo êrişa li dijî Îranê têne amadekirin.

Trump got, "Em keştiyan bi cebilxaneyên herî baş bar dikin. Ger em lihevkirinek çênekin, wê em ê wan bi awayekî pir bi bandor bikar bînin."

Trump anî ziman ku wê encama hevdîtinan di demek kurt de zelal bibe û wiha got, "Em ê nêzî 24 saetan de fêr bibin."

Trump di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medya dijital de jî gotina, "sifirkirina herî xurt a cîhanê" bi kar anî.