Li bajarokê Menîn ê Şamê li dijî qeydkirina azadiyan nerazîbûn

Meclisa bajarokê Menîn ê gundewarê Şamê, ji bo "birêxistinkirina jiyana civakî" biryarek ji 28 xalan pêk tê da. Şêniyan ev biryar bi binpêkirina azadiyên kesane bi nav kir.

Li bajarokê Menîn ê Şamê li dijî qeydkirina azadiyan nerazîbûn
Li bajarokê Menîn ê Şamê li dijî qeydkirina azadiyan nerazîbûn
Li bajarokê Menîn ê Şamê li dijî qeydkirina azadiyan nerazîbûn
Li bajarokê Menîn ê Şamê li dijî qeydkirina azadiyan nerazîbûn
10 nîsan, 2026   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa bajarokê Menîn ê gundewarê Şamê biryarek ji 28 xalan pêk tê ya ji bo "birêxistinkirina jiyana civakî û giştî li hundirê bajarokê da. Hin şêniyan got ev biryar binpêkirina azadiya kesane ye û hinan jî got pêwîstiyek ji bo kontrolkirina rewşê ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di biryarê de hatiye nivîsandin ku firotina vexwarinên alkolî qedexe ye, destûrdayîn an jî ruxsetkirina klûbên şevê qedexe ye, li ser cil û berg û tevgerê li cihên giştî qeyd hatin ferzkirin û ajotina erebeyan ji her kesê di bin 18 saliyê de qedexe ye.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku hin ji van xalan xwe ne li gorî qanûnên heyî yên Sûriyeyê ne. Ji ber wê çavdêran wekî derbaskirina erkên ji meclisên xwecihî re hatine dayîn û binpêkirina mafên ku ji hêla destûrê ve têne garatîkirin dîtin.

Biryarê pirsên li ser qanûnîbûna van tedbîran û sînorên erkên meclisên xwecihî ji bo ferzkirina qeydên ku bandorê li hûrguliyên jiyana rojane ya şêniyan dikin, derxist holê.

(fr)