Şêx Fehed El Şêxanî: Zimanê nefretê xetereyê li ser aştiya navxweyî çêdike

Nûnerê qebîleya El Sada El Eşraf diyar kir ku zimanê nefretê xetereyê li ser têkilî û jiyana pêkhateyên Sûriyeyê çêdike û divê dawî lê were.

Şêx Fehed El Şêxanî: Zimanê nefretê xetereyê li ser aştiya navxweyî çêdike
11 nîsan, 2026   04:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Nûnerê qebîleya El Sada El Eşraf şêx Fehed El Şêxanî li ser bandora neyînî ya zimanê nefretê ji ajansa me re axivî.

Şêx Fehed El Şêxanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di vê pêvajoya dawîn de zimanê nefretê zêde tê bikaranîn û provokasyon têne kirin û got: "Ev yek dê bibe sedema ku pêkhateyên Sûriyeyê ji hevdû dûr bikevin. Kesên ku zimanê nefretê bikartînin û provokasyonan dikin, ji aliyê saziyên têkildar ve nayên cezakirin û hesab ji wan nayê xwestin."

Şêx Fehed destnîşan kir ku ev diyarde bi hêzên derve ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hêz û dewletên derve bi rêya zimanê nefretê dixwazin civaka Sûriyeyê ji hevdû belav bikin û têxin bin serweriya xwe. Di heman demkê de hewl didin li ser bingehê etnîkî, olî û mezhebperestî civakê parçe bikin û lewaz bikin. Li Sûriyeyê pirrengiya neteweyî û olî çavkaniya hêza Sûriyeyê ye û dewlemendiya dîrokî ye.”

Şêx Fehed bal kişand ser sedemên hundirîn ên bikaranîna zimanê nefretê û got nîjadperestî û nezanî dibin sedem ku zimanê nefretê were bikaranîn û got: “Zimanê nefretê nexweşiyeke ku xetereyê li ser tevahiya civakê çêdike. Divê ev nexweşî zû were çareserkirin. Civak û hemû saziyên fermî bi taybet çapemenî berpirsyar in ku dawî li vî zimanî bînin û li pêşiya wê bigirin. Rola êl û qebîleyan jî di çareserkirina vê pirsgirêkê de heye. Divê êl û qebîle li pêşiya şerê navxweyî bigirin û ji bo aştî û hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê, bixebitin."

Şêx Fehed El Şêxanî bal kişand ser rola ciwanan û saziyan jî û got: "Rolek mezin ji ciwanên ku medya dijîtal bikar tînin tê xwestin. Divê rê nedin zimanê nefretê û nêrînên erînî yên dikevin xizmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê belav bikin. Divê saziyên fermî jî li gorî qanûnan kesên ku zimanê nefretê bikar tînin, bişopînin û hesab ji wan bixwazin.”

Şêx Fehed El Şêxanî ji saziyên olî jî xwest di xutbeyeyên înê û kombûnên li mizgeftan de civakê hişyar bikin. Divê rûspiyên êlan jî têkiliyên civakî yên di navbera hemû pêkhateyan de biparêzin, hevdîtinan bi rêxistin bikin û li ber zimanê nefretê bigirin.

(np)

ANHA