Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trum piştî têkçûna danûstandinan careke din gefa dorpêçê li Îranê xwar û CENTCOMê jî aşkera kir ku wan mayînên di Tengava Hurmuzê de hatine çandin paqij kirine.

Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar
12 nîsan, 2026   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî xitimandina danûstandinan li Îslamabadê, îşaret bi stratejiyeke nû kir û gefa “ablukaya deryayî” li Îranê xwar. Li aliyê din, Supaya Pasdaran ragihand ku ew ê rê nedin tu keştiyên leşkerî di Tengava Hurmuzê re derbas bibin.

STRATEJIYA VENEZUELAYÊ JI BO ÎRANÊ

Donald Trump îro gotarek li ser hesabên xwe yên dijîtal parve kir ku tê de dibêje ku em dikarin heman stratejiya ku li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bikar anîbûn, li dijî Îranê jî bikar bînîn. Di gotarê de tê destnîşankirin ku Trump dikare bi ablukaya deryayî aboriya Îranê “bixeniqîne” û bi vî rengî zextê li Çîn û Hindistanê jî bike ku petrolê ji Îranê nekirin. Trump li ser vê mijarê got: “Encama hevdîtinan ne girîng e, me şer qezenc kir!”

GEFA ‘BERSIVA TUND’ YA PASDARAN

Piştî ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku du keştiyên wan ên şer ji bo paqijkirina mayînan di Tengava Hurmizê re derbas bûne, Fermandariya Deryayî ya Pasdaran daxuyaniyeke tund belav kir. Pasdaran diyar kir ku ew ê li dijî her cure hewldanên derbasbûna keştiyên leşkerî “bi awayekî herî tund” bersivê bidin û destnîşan kirin ku desthilatdariya tam a Hurmuzê di destê wan de ye.

CENTCOM: KORÎDOREKE NÛ TÊ AVAKIRIN

Amîral Brad Cooper, serokê CENTCOMê, ragihand ku keştiyên bi navê USS Frank Peterson û USS Michael Murphy dest bi operasyona paqijkirina mayînan kirine. Cooper diyar kir ku armanca wan avakirina korîdoreke nû ya ewle ye ji bo trafîka bazirganiyê û got ku ew ê di nêz de vê rêya ewle bi sektora deryayî re parve bikin.

REWŞA AGIRBESTÊ DI RÎSKÊ DE YE

Ev geşedanên li deryayê di demekê de pêk tên ku Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku li Îslamabadê tu lihevkirin pêk nehatiye. Pispor hişyarî didin ku ablukaya deryayî û operasyonên paqijkirina mayînan dikare agirbesta heyî bi temamî hilweşîne û şerekî nû yê deryayî bide destpêkirin.ش