Li Humsê zaroka beriya çend rojan birîndar bûbû mir

Zaroka di êrişa çekdarî ya li dijî malbata wê ya li bajarê Humsê de birîndar bûbû ji ber birîna xwe ya piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da.

Li Humsê zaroka beriya çend rojan birîndar bûbû mir
12 nîsan, 2026   17:52
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku zaroka bi navê Lîlas Selîm Esed a ku beriya çend rojan di êrişa çekdarî ya li dijî malbata wê li taxa Muhacirîn a Humsê de birîndar bûbû wefat kir.

Çekdarên nenas ku li motorsiklêtê siwar bûbûn beriya çend rojan li dijî malbatekê ku mala wê li nêzî dibistana El Sewre ya taxa Muhacirîn bû gule avêtin wê, di cih de jinek hat qetilkirin, hevjîna wê birîdnar bû û zaroka wê ya birîndar jî îro jiyana xwe ji dest da.

Sûcên wiha digel berdewama tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bêyî pêşîlgirtinê û cezakirina sûcdaran dewam dikin.

(fr)

ANHA