Malbatên şehîdan: Heta azadiyê têkoşîn

Malbatên şehîdan cezayê dîsiplînê yê li ser Rêber Abdullah şermezar kir û got, berdêl çi dibe bila bibe dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Malbatên şehîdan: Heta azadiyê têkoşîn
11 hezîran, 2024   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Malbatên şehîdan ên ji Heleb û Kantona Efrîn-Şehbayê dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û îşkenceya di bin navê "cezayê disîplînê" de tê domandin, hêrsa xwe anî ziman. 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Hesen Berko ’cezayê dîsiplînê’ wekî ’şanoya dozgeriyê ye ku serokê çeteyên DAIŞ’ê Erdogan’li ser Rêber Abdullah Ocalan biriye, nirxand û şermezar kir.

Berko diyar kir ku hikumeta Tirk cesareta birîna cezayan li Rêber Abdullah Ocalan, di serî de DYA û Almanyayê ji hêzên ku destekê didin Gladioyê digire.  Hesen Berko di dawiyê de got: "Divê Erdogan û hevkarên wî dersan ji hikumetên berê yên ku hilweşiyan û PKK’ê ya bi serokatiya Rêber Apo maye bigire. Gelê Kurd amade ye di rêya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de berdêlên giran bidin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Sozdar Horo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir.

Sozdar got: "Pirsgirkên Kurd û Filistînê di serî de,  wê tevahî pirsgirkên Rojhilata Navîn bi azadiya Rebertî yê xwediyê felsefeya azadiyê çareser bibin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Mihemed Xelîl anî ziman ku ’cezayê dîsiplînê’ hewldaneke binkeftî ya hikumeta Tirk e ku bi rêya wê tecrîdê giran bike. Mihemed Xelîl anî ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê navber têkoşînê bikin.

Mihemed Xelîl diyar kir ku  di felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan de peyva "Teslîmbûyîn" nîn e û got, berdêl çi dibe bila bibe dê heta mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

(bb)