Tevgera Çand û Hunerê ya Başûr ji bo Elî Mensûr peyama sersaxiyê da

Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê ji ber koça dawî ya hunermend Elî Mensûr peyamek weşand û diyar kir ku; ‘‘Di vê kêliya xemgîn de, em jî wek Tevgera Çand û Hûner a Başûrê Kurdistanê sersaxiyê ji malbat, rêheval, hunermend û tevahiya gelê Kurd re dixwazin.’’

Tevgera Çand û Hunerê ya Başûr ji bo Elî Mensûr peyama sersaxiyê da
10 nîsan, 2026   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Elî Mensûr ê ji bajarê Amûdê îro di temenê xwe yê 60 saliyê de ji ber nexweşiyekê ku demeke dirêj e pê ketibû, jiyana xwe ji dest da. Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê, bi peyamekê hunermend Elî Mensûr bi bîr anî.

Peyam wiha ye:

‘‘Bi dilekî tijî xemgînî û hestên kûr, me koça dawî ya hunermendê mezin û dilsoz ê gelê me, Elî Mensûr, bihîst. Ev dengê mezin ê hunera Kurdî, ku ji ber nexweşiyê li Rojavayê Kurdistanê wefat kir, ne tenê hunermendek bû, lê di heman demê de beşek ji hest, raman û xeyalên gelekî bû. Koça wî valahiyek mezin di dengê hunerê û dilê hemû hezkiriyên çand û nasnameya Kurdî de hişt.

Di vê kêliya xemgîn de, em jî wek Tevgera Çand û Hûner a Başûrê Kurdistanê sersaxiyê ji malbat, rêheval, hunermend û tevahiya gelê Kurd re dixwazin, ku vê bûyerê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikin û xemgîniya wi parve dikin.

Elî Mensûr di sala 1982’an de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir, lê ew ne tenê rêyek hunerî bû, lê di heman demê de rêyek têkoşîn, hişyarî û parastina nasname û hebûna gelê xwe bû. Di sala 1986’an de, bi tevî hevalên xwe bingeha dengek şoreşgerî ya nû danîn ku bi stran û hunerê bilind bû. Vê koma hunerî, bi dengek xurt û hestek kûr, roleke girîng û bi bandor di têkoşîna gelê Kurd de lîst û bi berdewamî hewl da ku hunera Kurdî biparêze û pêş bixe. Di heman demê de Hewldanên Elî Mensûr nîşanî me dan ka hunera komunal çawa tê avakirin û dewlemend kirin.’’

Stran û berhemên wan ji sînorên erdnîgarî derbas bûne û li çar perçeyên Kurdistanê deng vedane; Ew bûne beşek ji zimanê gel û beşek ji bîra civakî ya gelê me. Ew xwedî şiyana veguheztina hestan, afirandina hişmendiyê û belavkirina hêviyê bûn ku dê di nav nifşan de bidome.

Di vê dema xemgîn de, bi dilekî tijî biryardarî, em soz didin ku em ê rêya  hunermendê mezin bidomînin. Emê mîrateya hunerî û neteweyî ya ku Elî Mensûr ji me re hiştiye biparêzin û hewl bidin ku dengê huner, azadî û nasnameya gelê me ji bo pêşerojê zindî û xurt bihêlin. Em bîranîn û hunera Mamoste Elî Mensûr bidomînin.’’