Têkiliyên DYA-Erebistana Siûdî û diyalogên agirbesta Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkiliyên DYA –Erebistana Siûdî, hewldanên agirbestê li Xezayê û rewşa Tûnisê nirxandin.

Têkiliyên DYA-Erebistana Siûdî û diyalogên agirbesta Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
27 gulan, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb El Londoniye der barê têkiliyên DYA- Erebistana  Siûdî de nûçeyek bi sernavê ’Careke din çekên DYA’yê bo Siûdî.. gelo normalîzkirina bi Îsraîlê re an qutkirina têkiliyên bi Çînê re?’ weşand. Hate diyarkirin amdekariyên DYA’yê ku qedexeya li ser şandina çekan bo Erebistana Siûdî  rake pirsa ’Gelo Washingtonê di berdêla pêkanîna vê pêngavê de garantî bi dest xistiye?’ derdixe holê.

Di nûçeyê de ev pêngav wekî ’guhertina helwesta DYA’yê ya li hemberî Erebistana Siûdî’ hat nîşandan û wiha hat domandin "Hin kes helwesta DYA’yê wekî pêngava pêşîn ber bi pêkanîna peymana çaralî ve destnîşan dikin ku normalîzekirina bi Îsraîlê re wekî xaleke girîng ji  bo Washingtonê ye. Şîrovekar dibêjin ku DYA’yê bêyî ku garantiyên rawestandina têkiliyên bi Çînê ji Siûdiyê werbigire wê biryarek bi vî rengî nade."

’AGIRBESTA XEZA: ÇI LI SER MASEYA NAVBEYNKARAN E?’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê. Hate diyarkirin ku bi pêşengiya navbeynkaran (Misir, Qeter û DYA) aliyên herêmî û navneteweyî hewldanên xwe yên pêşxistina diyalogên bi armanca agirbesta li Xezayê zêde kirine.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Li gorî aliyên navneteweyî û herêmî, pêşniyarên nû li ser masaya diyalogan hene. Pisporên siyasî ji rojnameya Şerq El Ewsat re diyar kirin ku dê diyalogên ku bi şêwirên tora dawîn li Qahîreyê bi dawî bibûn, dê careke din dest pê bikin. Dibe ku zextên hundirîn û navneteweyî yên li ser her du aliyên bi nakok bibe faktora serxistina tora dan û standinan. Çavkaniyên ji dan û standinên li Qahîreyê agahdar in aşkera kirin ku di çend saetên dawîn de pêwendiyên misirî-îsraîlî çêbûne. Li gorî çavkaniyan armanca ji van pêwendiyan ew e  helwestên dawîn ên Hemasê li hember pêşniyara ku Misir destpêka Gulanê di  tora dawîn a diyalogan pêşkêş kiribûn, were naskirin."

’JI ALIYÊ QEYS SIEYÎD VE DÛRXISTINÊN JI KARAN: AMADEKARIYÊN BERIYA HILBIJARTINêN SEROKATIYA TÛNISÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser guhertinên qismî yên serokê Tûnisê Qeys Sieyîd di hikumetê de çêkirine. Hate diyarkirin ku derbarê guhertina wezîrê kar û barên hundirîn Kemal El Feqî û wezîrê kar û barên civakî Malik El Zahî de gelek helwest derketin pêş. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku çavdêr vê guhertin di çarçoveya amadekariyên pêvajoya hilbijartinên serokatiya Tûnisê de nirxandin. Hin çavdêrên din wekî hewldanek ji bo aramkirina rewşa Tûnisê nemaze piştî xwepêşandanên li hemberî alozî û serdegirtinên ku di hefteyên dawîn de çêbibûn, nirxandin.

(bb)

ANHA