Dewleta Tirk Çiyayên Qeladizê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker lutkeya Kurîsî ya li çiyayê Asos a li sînorê bajarokê Qeladizê ser bi îdareya Raperîn bombebaran kir.

Dewleta Tirk Çiyayên  Qeladizê bombebaran kir
27 gulan, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, beriya demek kurt, dewleta Tirk a dagirker lutkeya Kurîsî ya li çiyayê Asos a li sînorê bajarokê Qeladizê li ser îdareya Raperîn bombebaran kir.

Lê heta niha derbarê zerer û ziyanên bombebaranê de ti agahî nehatine belavkirin.