Tehran: Washingtonê di Cinêvê de daxwaza rawestandina dewlemendkirina uranyûmê nekir

Îranê diyar kir ku di danûstandinên nerasterast ên li Cinêv de bi navbeynkariya Umanê, DYAˊyê daxwaza rawestandina dewlemendkirina Uranyûmê nekir.

Tehran: Washingtonê di Cinêvê de daxwaza rawestandina dewlemendkirina uranyûmê nekir
20 sibat, 2026   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di danûstandinên roja sêşemê yên li Cinêvê de ji Tehranê nexwestiye ku dewlemendkirina uranyûmê rawestîne an kêm bike.

Eraqçî di hevpeyvînekê de li gel kanala MSNBC'ê ku îro hat weşandin diyar kir ku "Me pêşniyara rawestandina uraniyumê nekir û DYAˊyê jî ev daxwaz nekir."

Di demekê de serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran daxwaza qedexekirina tevahî ya dewlemendkirina uranyûmê li Îranê kiriye jî ev axaftin hat kirin û Îran jî vê daxwazê wekî xetek sor di her danûstandinên girêdayî bernameya xwe ya nukleerî de dibînin.

Îranê di gelek boneyan de diyar kiriye ku mafê wê yê dewlemendkirina uranyûmê nayê guftûgokirin û her rêyeke dîplomatîk divê li ser bingeha rêzgirtina ji vê prensîbê re di çarçoveyên navneteweyî de be.

(ac/fr)

ANHA