Bijîşkên diranan têkildarî qerebalixiya zêde ya pîşeyî xwepêşandan kir

Di demên dawî de, ji ber krîza zêde ya qerebalixiyê li cihên kar û kêmbûna giran a şert û mercên pîşeyî û jiyanê yên derçûyan stajyeran, bijîşkên diranan xwepêşandan li dar xist.

Bijîşkên diranan têkildarî qerebalixiya zêde ya pîşeyî xwepêşandan kir
20 sibat, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bijîşkên diranan ji ber hejmara zêde ya derçûyînan di salên borî de û derfetên kar di beşên giştî û taybet de kêm in daxwaz kir ku bi awayekî demkî xwendekaran di fakulteyên bijîşkiya diranan de qebûl nekin.

Bijîşkan da zanîn ku ew rewş bandoreke neyînî li asta destheqên wan dike. Ji ber ku di vê dawiyê de pir kêm bûye û hevrikiyek zêde heye ku hiştiye bêkarî çêbibe nemaze di nava derçûyînên nû de.

Xwepêşandêran destnîşan kir ku berfirehbûna neplankirî ya vekirina fakulteyên bijîşkiya diranan, zêdebûna hejmara xwendekarên ku salane tên qebûlkirin bêyî ku xwe bispêrin lêkolînên rastîn ên li ser hewcedariyên pîşeyê, ji bilî hêza lawaz a beşa giştî ya wergirtina derçûyîyan û lêçûnên bilind ên vekirina klînîkên taybet, hemû bûne sedema kûrkirina krîzê.

Xwepêşandêran bal kişand ser nebûna plansaziya tenduristiyê ku encamên perwerdehiyê bi pêdiviyên parêzgehan re hevseng bike.

Bijîşkên diranan daxwaza tedbîrên lezgîn, weke rawestandin an jî kêmkirina hejmara qebûlkirina xwendekaran di fakulteyên bijîşkiya diranan de, kir.

Bijîşkan hişyarî li ser berdewama vê rewşê da ku wê bi xwe re hilweşîna zêde ya dahatiya pîşeyî bîne, pisporên ciwan

Bijîşkan hişyarî li ser berdewama vê rewşê da ku wê bibe sedema kêmbûna dahata pîşeyî ya zêde, lezandina koçberiya jêhatîyên ciwan bo derveyî welêt, û kêmbûna kalîteya xizmetên tenduristiyê ji ber zêdebûna zextên aborî yên li ser stajyeran.

Bijîşkan banga lezgîn kir ku tevkarî di navbera aliyên eleqedar de çêbibe da ku planeke neteweyî ya berfireh ji bo birêxistinkirina encanmnameyên perwerdehiya tibî li gorî hewcedariyên pratîkî deynin û mayîndebûna pîşeyî û parastina mafên xebatkaran misoger bike.

(ac/fr)

ANHA