Meclisa Atlantîkê hişyarî li ser xeteriyên veguherîna Sûriyeyê bo senaryoyek Lîbyayê da

Navenda Lêkolînên Amerîkayî "Meclisa Atlantîkê" (Atlantic Council) hişyarî da ku Sûriye dibe ku bikeve nav rewşeke mîna ya Lîbyayê, heke bala navneteweyî kêm bibe.

Meclisa Atlantîkê hişyarî li ser xeteriyên veguherîna Sûriyeyê bo senaryoyek Lîbyayê da
20 sibat, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ragihandina Navenda Lêkolînên Amerîkayî "Meclisa Atlantîk", tevgera leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê bi sînor e û tenê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê ye, bêyî ku stratejiyeke berfireh an jî çarçoveyeke siyasî ya zelal hebe.

Navendê diyar kir ku artêşa Amerîkayê hefteya borî ji baregeha "Tenef"ê ya li sînorê Sûriye-Îraq-Urdinê vekişiya û ew der radestî hikumeta demkî ya Sûriyê kir.

Meclisê da zanîn ku metirsiya sereke ne tenê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê ye, lê wextê vekişînê jî girîng e, ji ber ku vekişîna di wextê nerast de dibe sedema hilweşînekê mîna ya Lîbyayê.

Meclisê anî ziman ku DAIŞ hê jî çalak e û bi şêweyeke nenavendî bi rêya şaneyên piçûk dixebite, ji valahiyên di navbera desthilatan de sûdê werdigire û bi kuştinan, teqînan û revandinan mijûl dibe.

Li dawiyê, Meclisa Atlantîkê destnîşan kir ku rêgirtina li senaryoya Lîbyayê li Sûriyê hewceyî gavên rast e;  berî vekişînê divê ewlekarî yekbûyî be, berpirsyarî bidest desthilatên rewa bikeve û divê aktorên herêmî ji bo aramiyê hevaheng bikin, ne ji bo pêşbaziyê.

(fr)