Di êrişa li ser Xarkîvê 2 kes hatin kuştin, 17 kes birîndar bûn

Hate zanîn ku hêzên Rûsyayê berbanga vê sibehê êrişek dijwar bire ser bajarê Xarkîv ê Ukraynayê û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûne.

Di êrişa li ser Xarkîvê 2 kes hatin kuştin, 17 kes birîndar bûn
7 hezîran, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê bajarê Xarkîvê Igor Terekhov ragihand ku hêzên Rûsyayê berbanga îro êrişeke dijwar li ser bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê pêk anî. Şaredar diyar kir ku di encama êrişê de du kes hatine kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûne, jinek jî ji binê kavilên avahiyekê hat rizgarkirin.

Terekhov ev êriş wekî ya "herî tund" a li ser bajêr ji destpêka şer ve bi nav kir û got: "Ji destpêka şerê giran an ku ji zêdetirî 3 salan ve, niha êrişeke herî dijwar heye. Hêzên Rûsyayê di demekê de moşek, dron û bombe avêtin bajar."

 Waliyê Herêma Xarkîvê Oleg Synegubov ragihand ku ji birîndaran du zarok hene. Her wiha diyar kir ku ku karmendên bijîşkî alîkariya pêwîst pêşkêş dikin.

(bb)