Di Mîhrîcana Qamişloyê de helbestên jinan

Nivîskar û helbestvanên jin ên ku beşdarî Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bûne bi helbestên xwe dîroka bajêr û pirrengiya wî ya çandî wesif kir û bal kişand ser dîroka jinan.

Di Mîhrîcana Qamişloyê de helbestên jinan
21 tebax, 2026   03:33
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya sedsaliya bajarê Qamişloyê (20 Tebax), di 17’ê Tebaxê de Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî li navenda xwe da destpêkirin. Di mîhrîcanê de panel, şevbuhêrkên helbestan û îmzekirina pirtûkan hatin organîzekirin.

Jinên beşdarî mîhrîcanê bûne li ser hestên xwe yên li hember dîroka Qamişlo, girîngiya wî ya erdnîgarî û şêniyên wê nivîsandin.

Helbestvan û Rêvebera Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Zelûx Bekir diyar kir ku ew bi 3 helbestên bi zimanê erebî tev li mîhrîcanê bû û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Bi van helbesetan min xwest balê bikşînim ser dîroka vî bajarî ku bi çand û pêkheteyên xwe dewlemend e û dîroka jinên Qamişloyî."

Zelûx destnîşan kir ku helbestvan û rewşenbîran bi rêya nivîsên xwe weke bîrdana civakê ne û got: "Nêzî 20 salan e ez dinivîsim, lê ji ber şert û mercên koçberiyê ku tê re derbas bûm, derfet bi dest min neketin ku helbestan di pirtûkê de çap bikin. Niha 3 berhemên hene dê di demeke nêzîk de werin çapkirin."

Zelûx anî ziman nivîsandin ji bo jinan wekî vejandina ramyarî ya giyanî  bi nav kir û destnîşan kir ku nivîskar û helbestvan bi hestekî civakî ya mezin dinivîse.

Helbestvan Aycan Gewrê (Koçerê) ya bi hejmarek helbest tev li mîhrîcanê bûye got: “Di helbestên xwe de min li ser Qamişlo, dîroka wê ji damezrandinê heta bi îro axivîm. Her wiha min li ser çemê Ceqceq û kesayetên navdar axivîn. Qamişlo ne tenê bi kolanên xwe tê nasîn bi aliyê xwe yê çandî jî tê nasîn.”

Aycan destnîşan kir ku wê pirtûkek xwe jî îmze kir û got li gelek wê pirtûkên din tên amadekirin. Aycanê ku ji 13 salan ve dinivîse û di nivîsên xwe de behsa dozên jin, welat, dayik û evînê dike.

Aycan di dawiyê de got: “Divê her jinek ku nikare hestên xwe bêje û derbirîne hestên xwe li ser kaxizê derxe.”

Çalakiyên Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî heta 21’ê Tebaxê didomin.

(f)

ANHA