Serokkomarê Iraqê: Divê diyarkirina namzet ji bo serokwezîrtiya Iraqê dereng nemîne

Sorokkomarê Iraqê Nizar Amêdî derbarê namzetê serokwezîrtiya Iraqê got ku girêdanbûna bi Destûra Bingehîn ya ji bo pêşkêşkirina nazetê serokwezîrtiyê yê ji aliyê koma parlamentoyê ya herî mezin û diyar kir ku divê ev neyê direngxistin.

Serokkomarê Iraqê: Divê diyarkirina namzet ji bo serokwezîrtiya Iraqê dereng nemîne
24 nîsan, 2026   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî têkildarî diyarkirina namzet ji bo Serokwezîrtiya Iraqê ya ji aliyê koma herî mezin ya Parlamanetoya Iraqê ve li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da.

Di peyamê de ev hate gotin: “Pêwîstî bi girêdanbûna bi Destûra Bingehîn ya ji bo pêşkêşkirina nazetê serokwezîrtiyê ya ji aliyê koma parlamentoyê ya herî mezin ve heye û divê ev neyê direngxistin ji ber ku ev yek jî girêdayî destûrê ye. Erk û berpirsyarî li ser hemû aliyan.

Bilzkirina vê pêngavê dibe sedemê bihêzkirina aramiya siyasî û destbikarkirina avaniyên heyî û bersivdayîna daxwazên welatyan ya hikûmetê ku bikare erkê xwe bicih bîne û xizmeta berjewendiyan bike. Bi taybet şert û mercên hestyar yên heyî, pêwîste berî her tiştî berjewendiyên bilind yên welat bê esasgirtin.”