Meclîsa Ermeniyan şehîdên komkujiya Ermeniyan bi bîr anîn

Meclîsa Ermenî li bajarê Hesekê bi boneya 111'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan merasîmek bîranînê ji bo şehîdên qirkirinê li Dêra Malbata Pîroz a li kêleka Nexweşxaneya Îsam Bexdadî li dar xist.

24 nîsan, 2026   21:17
HESEKÊ

Bi boneya 111'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan, Meclîsa Ermeniyan a bajarê Hesekê merasîmek bîranînê ji bo şehîdên qirkirinê li Dêra Malbata Pîroz a li kêleka Nexweşxaneya Îsam Bexdadî li dar xist.

Endamên Meclîsa Ermenî û kesayetên civaka herêmî beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî vê yekê, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Ermenî, Îmad Tetriyan, axivî û wiha got: "Em, neviyên kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne, îro hatine ku şehîd, bav û kalên xwe bi bîr bînin. Em ê bîranîna wan wekî emanetek pîroz hilgirin, wê bidin zarok û neviyên xwe da ku mafên me bi demê re winda nebin. Yên ku mafên xwe naxwazin ji aliyê jibîrkirinê ve têne kuştin."

Emad Tetriyan diyar kir ku ew hemû îro li vir radiwestin da ku milyonek û nîv şehîdan bi bîr bînin û qurbaniyên dayikên ku rûmeta wan hatiye binpêkirin bi bîr bînin.

Emad destnîşan kir ku milyonek û nîv şehîd ne tenê hejmarek e, lê mijarek zindî ye, ew ê heta ku hemî mafên rewa yên gelê Ermenî werin vegerandin, pabendê mîrateya bav û kalên xwe bimînin.

Di merasîma bîranînê de çalakiyên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin, ji wan fîlmek ku ji hêla Sandra Kasbian ve hatibû amadekirin û kurtefîlm li ser binpêkirinên berfireh ên ku gelê Ermenî di dema komkujiyên dîrokî de kişandiye hatin pêşkşêkirin.

Koma Navenda Çanda Ermenî jî reqsa mûman a bi awayekî îfadeker pêşkêş kir ku hem xemgînî û hem jî hêvî temsîl dikir.

Piştre, Sevan, Vana û Ardzhiev helbestek hevbeş xwendin û tê de teqezî li ser nirxên têkoşînê û mafê rewa yê Ermeniyan ê jiyana bi aştî li ser axa xwe kirin.

Çalakî bi pêşandaneke şanoyî ya Navenda Çanda Ermenî bi dawî bû, ku jiyana "Armenîno He" nîşan da, ku wekî modelek ji bo hêz û fedakariyên jinên Ermenî di xizmeta doza wan a neteweyî de hatiye damezrandin.

(ac)

ANHA