Xelkê Cebel Eqîlê li Heleb ji ber hilweşîna xaniyên xwe derketin qadan

Şêniyên Cebel Eqîl li gundewarê Helebê li dijî hilweşandina xaniyan ji aliyê hêzên Tirk ve xwepêşandanek li dar xistin.

Xelkê Cebel Eqîlê li Heleb ji ber hilweşîna xaniyên xwe derketin qadan
24 nîsan, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li herêma Cebel Eqîl li gundewarê Helebê xwepêşandan hatin lidarxistin, bi dehan şênî derketin kolanan û hilweşandina mal wan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve şermezar kirin.

Şêniyan pankartên bi nivîsên ku daxwaza edalet û vegera mafên wan bilind kirin û piştrast kirin ku ew bi mafê xwe û malên ve girêdayî ne û hemû siyasteên ku li ser wan tê ferzkirin red dikin.

Li gorî SOHR, ev çalakiya 3'emîn e ku di vê hefteyê de tê lidarxistin, wekî bersivek li hember hilweşandina nêzîkî 400 xanî ji bo baregeha Tirkiyê ve hat kirin,  şeniyan diyar kir ku ji sala 2017'an vir ve koçber bûne.

Xwepêşandêran bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo rawestandina van binpêkirinan destwerdanê bikin û teqez kirin ku berdewamiya xwepêşandanên wan peyamek zelal e ku doza wan nayê jibîrkirin, ji bo hilweşandina xaniyan wan wirin rawestan din.

Şêniyên Cebel Eqîl di 22'ê Nîsanê de ji bajarê Babê daxuyaniyek dan û tê de tevgera xwe ya aştiyane ji bo vegerandina erdên xwe piştrast kirin û ji bo malên xwe yên ku ji bo avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyê hatine wêrankirin.

Di 18'ê Nîsanê de, li bajarê Babê xwepêşandaneke bi hêrs ji aliyê xelkê herêmê ve pêk hat, ku wê demê de daxwaza vegerandina milkên xwe yên ku nêzî 9 salin veguherîbûn baregehên leşkerî, kirin.

(ac)

ANHA