Serokatiya Iraqê, senaryoyên Îranê û mafên jinên Efgan rojeva rojnameyan in

Medyayê pêvajoya hilbijartina serokatiyê ya Iraqê şopand. Di heman demê de, analîzên li ser senaryoyên pevçûna bi Îranê re û bandorên wan ên herêmî berfireh bûne. Li aliyekî din, rewşa jinan li Efganistanê di bin desthilatdariya Talîbanê de derketiye pêş.

Serokatiya Iraqê, senaryoyên Îranê û mafên jinên Efgan rojeva rojnameyan in
27 sibat, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê yên erebî li ser hilbijartinên serokatiyê yên Iraqê, îhtîmala gurbûna leşkerî li dijî Îranê û hişyariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa xirab a jinan li Efganistanê nivîsîn.

‘HEFTEYEKE GIRÎNG LI PÊŞIYA IRAQÊ YE: GELO VALAHIYA SEROKATIYÊ DÊ WERE DAGIRTIN?’

Rojnameya El Nahar nivîsî ku li qada siyasî ya Iraqê çalakiyeke bilez û şêwirmendiyên dijwar di navbera blokên parlamentoyê û hêzan de tê kirin da ku pirsgirêka hilbijartina serokatiyê di hefteya pêş de çareser bikin. Di vê navberê de bangên ji bo bidawîkirina valahiya ku bandor li ser karê saziyên federal û aramiya siyasî kiriye, zêde dibin.

Rojnameyê diyar kir hêzên sereke yên di nav parlamentoya Iraqê de zextê dikin, her wiha li hundir jî nêzîkkirina nêrînên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewldan têne kirin, da ku hewl bidin bigihêjin namzeteke lihevkirî ku rê bide rûniştineke destûrî.

‘ÎRAN: SENARYOYÊN ŞEREKÎ DIN’

Rojnameya El Şerq El Ewset di rewşa pevçûneke leşkerî ya bi Îranê re çend senaryo nirxandin.

Senaryoyek ji wan îhtîmala hilweşîna rejîmê û bilindbûna hêzên opozîsyonê ye ku ji ber hilweşîna saziyên rêveberiyê piştî êrişê çêdibe. Ev ê rê bide avakirina desthilateke veguhêz û referandûmek li ser pergala siyasî ya siberojê.

Senaryoyeke din behsa ketina nav şerekî dirêj û biha dike ku dê hemû alîyan biwestîne û pêdivî bi tevlêbûneke leşkerî ya berfireh hebe ku dikare bi salan bidome.

Rojname di encamê de got pirbûna van senaryoyan tevliheviya rewşa herêmî û navneteweyî nîşan dide û her biryareke leşkerî bi hesabên piştî êrişê ve girêdayî ye, her wiha bi awayê pêkanîna êrişê ve jî.

‘MAFÊN JINÊN EFGAN DI BIN DESTHILATA TALÎBANÊ DE KÊM DIBIN’

Rojnameya El Ereb ragihand ku Neteweyên Yekbûyî li ser fermanek nû ya ji hêla Talîbanê ve hatiye derxistin fikarên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew ferman jinan dixe xetereyên tundiyê yên mezintir û gihaştina wan a edaletê sînordar dike.

Li gorî raporê, ferman sînordarkirinên zêdetir li ser jinan ferz dike. Rêxistinên mafên mirovan vê yekê wek xurtkirina aliyên tarî yên qanûnî dibînin ku lawaziya jinan bêtir zêde dike.

(k)