Pakistanê li dijî Efganistanê şer ragihand

Pakistanê li dijî Efganistanê şer ragihand. Di şer û pevçûnên li ser xeta Durandê de ji her du aliyan gelek leşker hatin kuştin.

Pakistanê li dijî Efganistanê şer ragihand
27 sibat, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rageşiya di navbera Efganistan û Pakistanê de veguherî şer û pevçûnan. Wezîrê parastinê yê Pakistanê Khavaja Muhammed Asif têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.

Asif ragihand ku ew bi awayekî aşkera bi Efganistanê re di nava şer de ne. Asif got: “Pakistanê ji bo rewşa heyî di asteke asayî de bigire, xebatên dîplomasiyê kirin lê Talîbanê Efganistan veguherandiye koloniyeke Hindistanê.”

Li tevahiya Xeta Durandê ku wek sînorê her du welatan tê zanîn, şer û pevçûnan rû dan. Her du aliyan jî îdia kir ku windahî bi aliyê din dane kirin.

Wezîrê enformasyonê yê Pakistanê Attaullah Tarar li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku di operasyonan de 72 Efgan hatine kuştin û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne. Tarar got 7 noqteyên leşkerî hatine bidestxistin, 16 noqte û 36 tank, topavêj û wesayîtên zirxî hatine îmhakirin.

Li gorî nûçeya Tolo Newsê; cîgirê berdevkê Rêveberiya Efganistanê Hamdullah Fitrat îdia kir ku di operasyonên wan de 55 leşkerên Pakistanê hatine kuştin. Fitrat diyar kir ku cenazeyên 23 leşkeran û gelek çek hatine bidestxistin, biryargeh û 19 noqteyên kontrolê yên artêşa Pakistanê hatine bidestxistin.