Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike

Li Kobanê pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, şaredarî jî diyar dike ku ew li benda budçeyê ye da ku dest bi projeyan bike.

Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
Pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, gel gazincan dike
30 tîrmeh, 2026   02:35
KOBANÊ
DICLE EHMED

Piştî ku Şaredariya Gel a Kobanê bi parêzgeha Helebê ve hate girêdan, ev bûye 4 meh nikare pirsgirêkên xizmetguzariyê wekî çêkirina rê, paqijî û kanalîzasyonê çareser bike. Têkildarî mijarê şêniyên Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Ebdullah Kino got: "Li gorî sala borî niha gelek pirsgirêkên Kobanê yên xizmetguzariyê hene. Li rêyên bajar kort vebûne, pirsgirêka ava vexwarinê didome û elektirîk her tim qut dibe. Di demsala havînê de ev pirsgirêk zêdetir bandorê li ser me dikin. Ji xwe niha ji bo kêzikan bajar derman nakin. Herî dawiyê dan û standin bi pereyên kevn ên sûriye rawestandin û em gelekî tengav bûn. Em di van şert û mercan de nikarin debara jiyana xwe bikin, gelek pirsgirêkên aboriyê hene û bêkarî zêde bûye. Jixwe li rêyên Kobanê çal vebûne û çop li kolanan kom bûye. Em ditirsin ji ber van pirsgirêkên xizmetguzariyê nexweşî bi me re derbikevin. Em hêvî dikin ku şaredarî van pirsgirêkan çareser bike.”

Hevşaredara Kobanê Almaz Romî têkildarî gazincên şêniyan got: "Em gazincên şêniyan dişopînin û li gorî derfetên xwe em hewl didin pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser bikin. Her sal di vî wextî de Şaredariya Kobanê dest bi porjeyan dikir. Lê îsal piştî em bi parêzgeha Helebê ve hatin girêdan, ev bûye 4 meh budçeya me nedane. Me projeya sererastkirina rêyên Kobanê pêşkêş kir û me lêkolîn kiriye, lê em li bendê ne ku hikumet budçe bide û em dest bi kar bikin.”

Ji bo pirsgirêka paqijiyê jî Almaz Romî wiha got: "Hejmara karkerên paqijiyê kêm e, erebeyeke ku çopê kom dike, şewitî. Cihê ku em çopê diavêjinê li gundê Bil Wêran e û ji bajarê Kobanê dûr e. Lewre çop li kolanên bajarê Kobanê kom dibe. Lê şaredarî niha dixebitê ku pirsgirêka paqijê çareser bike. Em ji şêniyan jî hêvî dikin ku bi me re bibin alîkar û çopê neavêjin kolanan. Her wiha em ê gera xwe ya meydanî zêde bikin da ku firotina madeyên sotemeniyê li kolanan bi rêxistin bikin û hemû pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser bikin."

(np)

ANHA